Dewleta Tirk li Torontoyê hat şermezarkirin

Kurdistaniyên li ser banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) hatin ba hevî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Mexmûr û Şengalê şermezar kirin.

Kurdistaniyên ku li ser banga Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Toronto yê Kanadayê hatin cem hev, li ber Sefaretxaneya Tirk a Torontoyê çalakiyek li dar xistin. Girseyê bê navber dirûşmeyên “Ji Ocalan re Azadî”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava ne bi tenê ye”, “Ji Kurdistanê re azadî”, “Rejîma Tirk qir dike”, “Faşîst Erdogan” û “Faşîst Tirkiye” berz kirin û bal kişandin li ser dewleta Tirk ku qirkirina Kurdan didomîne.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hat gotin, “Dewleta Tirk ji ber ku nikare têkçûna DAÎŞ'ê tehmûl bike, herêmên ku sivîl lê dijîn li Rojava, Mexmûr û Şengalê bombebaran kir.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Şengal 21 caran hat bombebarankirin. Sedema bomberdûmana bi nêzîkatiyên bi vî rengî yên dijminatî û qirkirinê yên li ser Şengalê ew e ku ji bo temamkirina Fermana 74 û 73'an a DAÎŞ'ê ya di sala 2014'an de hat kirin, hatiye pêkanîn. Em weke gelê Kurdistanê diyar dikin ku em li cem gelê Şengalê ne û êrîşê şermezar dikin.

Hewler bi têkoşîna gelê Mexmûrê hat parastin. Parastina Hewlêrê parastina destkeftiyên Kurdistanê ye. Hedefkirina Mexmûrê êrîşa li dijî destkeftiyên Kurdistanê ye. Dîsa di êrîşa li ser Dêrikê de jî, têkçûna xwe ya li Kobanê û destpêka dawiyê jiya û têkçûna xwe ya duyemîn jî li Dêrikê girt. Armanc ew e ku tişta ku DAÎŞ neqedandiye temam bike. Ji ber ku ev êrîş li pişt çeteyên DAIŞ'ê ji nû ve derketin, ji herêmên di bin kontrola Artêşa Tirk re derbas bûn û li Hesekê ev êrîş pêk anîn, hewldana tolhildana vê lîstika ku li Hesekê vala hat derxistin heye. Belê ji wir, em dewleta Tirk û artêşa Tirk ku tinekirina destkeftiyên gelê Kurd ên li 4 parçeyên Kurdistanê hedef dike û pêkanîna vê êrîşê ku di demekê ku em herî zêde nêzî statuyê bûne, weke qedandina tişta ku DAÎŞ’ê neqedandiye, dinirxînin. Gelê Kurd ti carî dest ji destkeftiyên xwe bernade. Em diyar dikin ku heta êrîş bi dawî bibin em ê têbikoşin.”

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê û 121 şehîdên berxwedêr ên Hesekê û xwendina sirûda Çerxa Şoreşê bi dawî bû.