Dewleta Tirk li Sydneyê hate protestokirin

Kurdistanî û dostên wan ên li Sydneyê dijîn, bi çalakiyekê komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê kir, protesto kirin û xwestin qada hewayî ya Rojava ji firînê re bê girtin.

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, Komkujiya Zaxoyê hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan li hemberî komkujî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistin û xwestin qada hewayî ya Rojava ji firînê re bê girtin. Nûnerên partiyan, oldar, nivîskar û rêxistinên civakî yên sivîl tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de li ser navê DKTF’ê daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de DKTF‘ê bang li NY’yê û civaka navneteweyî kir û got: “Divê êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Rojava bên rawestandin."

‘BILA AMBARGOYA ÇEKAN LI SER DEWLETA TIRK WERE DANÎN’

Senatorê Federal ê Partiya Keskan David Shoebridge, komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê şermezar kir û bang li Awûstralya û DYA’yê kir ku demildest ambargoya çekan daînin ser dewleta Tirk." Shoebridge, xwest ku NY jî bi erka xwe rabe.

Bîl Crews jî hemberî dîktatoriya Erdogan banga hestiyarbûyînê li raya giştî kir û peyama piştevaniya bi gelê Kurd re da.

Nivîskarê Kurd Mensûr Rezaqî jî xwest ku qada hewayî ya Rojava li dewleta Tirk re bê girtin.

Berdevkê Koma Piştevaniya bi Rojava re Peter Boyle, li ser navê Tifaqa Sosyalîst Jim Mcilroy, bal bi ser serfiraziya gelê Kurd a li dijî çeteyên DAIŞ’ê de kişand û banga yekîtiya bi gelê Kurd re li hêzên demokratîk kir.

Daxuyanî, bi dirûşmeyên li dijî dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk bi dawî bû