Dewleta Tirk li Marsîlya û Hambûrgê hate şermezarkirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava, li bajarê Marsîlya yê Fransayê û bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê hatin şermezarkirin.

MARSÎLYA

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, li bajarê Marsîlya yê Fransayê, li qada Vîeûx Portê hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de ku êvara Şemiyê hate lidarxistin, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Kujer Erdogan", "TC a faşîst" hatin qîrîn û bi zimanê Fransî belavok hatin belavkirin.

Di çalakiyê de gerîla û şervanên YPG û YPJ'ê hatin silavkirin û bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku qada hewayî ya Rojava li dewleta Tirk qedexe bikin.

Ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' her wiha îmze hatin komkirin.

Bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, tevgera ciwanan TCŞ û Federasyona Elewiyan a Fransayê axaftin hate kirin û hate destnîşankirin ku wê rê nedin dagirkeriyê.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê jî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komkujiyên ku li Rojava dike, hatin şermezarkirin.

Kurdistanî tevî dostên xwe li ber navendeke kar a Altona Mercado li hev civiyan û êrîş û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kirin.

Siyasetmedarê Kurd Serhat Ararat diyar kir ku dewletên li pêşberî komkujiyan bêdeng dimînin hevparê sûcên Tayyîp Erdogan e.

Rojnamevanê Elman Agnes Von Alvensleben xwest di dema mîtîngê de ala YPG'ê hilde, lê ji aliyê polîsên Elman ve hate destgîrkirin.

Li ser nerazîbûna çalakgeran, agahiyên nasnameya rojnamevan hate wergirtin û piştre hate berdan.