Dewleta Tirk li Heîlbronnê hate şermezarkirin

Li Heîlbronnê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê bi meşekê hate şermezarkirin.

Li bajarê Heîlbronn yê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê bi meşekê hate şermezarkirin. Kurd û dostên wan di saetên êvarî de li Haûptbahnhofê hatin cem û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Li vir Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Gulîstan Ateş axivî û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Kurdan. Ateş diyar kir ku Erdoganê faşîst bi erêkirina hêzên navneteweyî re berê çeteyên DAIŞ’ê da Kurdan û got:“Bi destê van çeteyan hate xwestin ku qirkirinê pêk bîne. Berxwedana Kurdan ev plana vale derxist. Dîgdator Erdoganê ku xwe li vê serkeftina Kurdan negirt, bi dehan balefiran êrîşî Mexmûr, Şengal û Rojava kir. Ev êrîş hîna jî berdewam dike. Dewlta Tirk a ku erêkirina NATO’yê girtiye dixwaze tişta DAIŞ’ê nekarî bike, ew temam bike.“

Çalakî bi dirûşmeyên “Terorîst Erdogan“ û “Kujer Erdogan” dawî bû.