Dewleta Tirk a dagirker li Dûîsbûrg û Hambûrgê hat protestokirin- HATE NÛKIRIN

Li bajarê Dûîsbûrg û Hambûrgê, bi boneya protestokirina komkujiya dewleta Tirk a li Hesekê çalakî û mîtîng hate lidarxistin û komkujî hate protestokirin.

Bi boneya protestokirina komkujiya dewleta Tirk ku di 18’ê Tebaxê de li gundê Şemokê yê li ser rêya Til Temir û Hesekê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî û 4 zarok qetilkirin, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Asya Yuksel a Dûîsborgê, li ber Forûma Dûîsbûrgê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyê zarokên hatine qetilkirin hatin hildan.

Çalakî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker hatin protestokirin.

Di çalakiyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker bê ku bibêje zarok, jin û kalepîr mirovan qetil dike û banga hestiyariyê li raya giştî hate kirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ji bo Raniya Eta, Zozan Zedan, Dîlan Îzeddîn û Diyane Elo yên ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û biçek qetil kir, mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de wêneyên kesên hatin qetilkirin, hatin hilgirtin û bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin.

Mîtinga ku Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê li ber îstasyona trenê Sternschanzeyê li dar xist, ji bo zarok û jinên di êrîşên dewleta Tirk de hatin qetilkirin bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre Nûnera Kongra Star Nesrîn Rojava axivî û ragihand ku dewleta Tirk ji ber ku tehemûlê Şoreşa Rojava ya ku bi destê jinan hatî avakirin nake, êrîşên bi vî awayî yên nemerdane pêk tîne. Nesrîn Rojava destnîşan kir ku êrîş di şexsê 4 keçên ciwan de, li dijî îradeya hemû jinan hatiye kirin û got ku berdêla wê çi dibe bila bibe gelê Kurd dev ji têkoşîna azadiyê ber nade.

Li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê Leyla Kaya jî axaftinek kir. Kaya diyar kir ku hêza rejîma Erdogan a faşîst têra gerîla nake, ji ber vê di şexsê sivîl û zarokan hewl dide ji Kurdan tolê hilîne û di serî de NY, welatên Ewropa yên ku li dijî vê komkujiyê bêdeng mane şermezar kir.

Aktîvîsta Mafên Jinan û Nivîskar Anja Flach jî anî ziman ku êrîşên li ser sivîlan tên kirin, hem di peymanên mirovî û hem jî navneteweyî de sûcê şer û mirovî ye û got: “Lê dema yê dimire dibe Kurd, yê dikuje jî dibe Erdogan ê faşîst hemû mirovahî li hember vê hovîtiyê bêdeng dimîne.”

Di daxuyaniya li ser navê Defend Kurdistan hat dayîn de jî, hat destnîşankirin ku bêdengiya li hemberî komkujiya jinan tê wateya hevkartiya vî sûcî.