Dengdana li Ewropayê bi beşdariyeke girseyî dest pê kir
Di çarçoveya Hilbijartina Giştî ya Serokkomariyê û Parlementeriyê ya Serdema 28’emîn a ku wê di 14’ê Gulanê de li Tirkiyeyê bê kirin, li derveyî welat dengdayînê dest pê kir.
Di çarçoveya Hilbijartina Giştî ya Serokkomariyê û Parlementeriyê ya Serdema 28’emîn a ku wê di 14’ê Gulanê de li Tirkiyeyê bê kirin, li derveyî welat dengdayînê dest pê kir.
Hilbijêrên li derveyî welat wê ji 27'ê Nîsanê heta 9'ê Gulanê li nûnertiyê dengên xwe bidin. Dengdana li deriyên sînor jî wê heta 14’ê Gulanê berdewam bike.
Li dehan bajaran ji saetên sibehê ve rêzên dengdanê dest pê kir.
LI 16 BAJARÊN ELMANYAYÊ DENGDAN
Li gorî daneyên Desteya Hilbijartinê ya Bilind li Elmanyayê milyonek û 501 hezar û 152 hilbijêr lê hene, li 16 bajaran hilbijêr çûn ser sindoqan.
Konsolosxaneyên dewleta Tirk li Koln, Berlîn, Hamburg, Hannover, Munster, Essen, Dusseldorf, Koln, Mainz, Frankfurt, Karlsruhe, Stuttgart, Munchen û Nurnbergê hene.
Hat hînbûn ji xeynî van bajaran li Aachen, Bremen û Regensburgê yên ku konsolosxaneyên Tirkiyeyê lê hene sindoqên zêde yên hilbijartinê hatin danîn.
Li Kolnê danê sibehê li ber konsolosxaneyê rêz çêbûn. Li vê konsolosxaneyê parlamenterên berê yên HDP'ê Lezgîn Botan û Nûrsel Akdogan jî deng dan û bang li hilbijêran kirin ku dengê xwe bidin.
Li ser navê Koordînasyona Hilbijartinê ya Berlînê Huseyîn Yilmaz jî got, "Em li bendê ne ku hemû hilbijêrên me ji îro pê ve bi agahdarkirina her kesî dengê xwe bidin. Çavdêrên me li ser peywirê ne. Divê hemû hilbijêr hesasiyeta pêwîst nîşan bidin. Ev pêvajoyeke dîrokî ye û divê her kes erka xwe bi cih bîne. Divê kesên ku wesayîtên wan heyî û yên ku dixebitin heta roja hilbijartinê di nava seferberiyê de bin. Divê em karibin hilbijêran bînin ser sindoqan.”
LI FRANSAYÊ LI 9 BAJARAN NAVENDÊN DENGDANÊ HATIN AVAKIRIN
Li Fransayê ku 397 hezar û 86 hilbijêr lê qeydkirî ne bi giştî 9 navendên dengdanê hatin diyarkirin. Li paytext Parîs, Marsîlya, Strasboûrg, Lyon, Nantes û Bordoyê dê 9’ê Gulanê dengdayîn bi dawî bibe.
Li bajarên Mulhouse, Clermont-Ferrand û Îngre, hilbijêr wê di navbera 29'ê Nîsanê û 1'ê Gulanê de dengê xwe bidin.
Li Fransayê jî ji saetên sibehê ve dîmenên mîna yên li Elmanyayê hatin dîtin. Li gelek bajaran li ber buroyên dengdanê rêz çêbûn.