30’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê li bajarê Landgraaf a Hollandayê bi dirûşmeya “Em ê li dijî dagirkerî û qirkirinê Kurdistanê biparêzin, Rêber Ocalan azad bikin” were lidarxistin.
Konseya Civakên Kurdistanî ya Hollandayê (DEM-NED) ji bo 30’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku wê 17’ê Îlonê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Banga Komîteya Festîvalê wiha ye:
“30’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî di pêvajoyek pir girîng de tê çêkirin. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi polîtîkayên xwe yên dagirkerî û qetlîamê li Kurdistanê encamekê werbigire.
Di serî de Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û gelê Kurdistanê bi berxwedaneke mezin polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker têk dibin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hebûna xwe di têkçûna têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê de dibîne. Ji ber vê yekê li hemberî Rêber Apo pergala êşkenceya ku li cihanê nayê dîtin, pêk tîne.
Gelê me û dostên me yên li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat bi ruhê berxwedana Zapê têkoşînê mezin bikin û polîtîkayên qirêj ên dewleta dagirker têk bibin.
Dewleta Tirk a mêtinger li Kurdistanê tenê êrîşên qirkirina fizîkî pêk nayne, li dijî çand, ziman, dengbêjî, erdîngarî û cihên dîrokî yên Kurdan jî şerê qirkirinê dide meşandin.
DIVÊ HEMÛ KURDISTANÎ TEVLÎ FESTÎVALÊ BIBIN
Di pêvajoyek wiha dîrokî de 30’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê 17’ê Îlona 2022’a li bajarê Landgraaf a Hollandayê bi dirûşmeya ‘Em ê li dijî dagirkerî û qirkirinê Kurdistanê biparêzin, Rêber Ocalan azad bikin’ were lidarxistin. Bernameyeke berfireh a çandî hatiye amadekirin.
Divê hemû Kurdistanî bi ruhê berxwedana Zapê û cil û bergên neteweyî tevlî festîvalê bibin. Em komîteya festîvalê bang li hemû Kurdistaniyan dikin ku 17’ê Îlonê her kes cihên xwe yên kar bigirin û weke erkeke netewî tevlî festîvalê bibin.”