Daxwaz kir ku Norweç destûra çekan a ji bo Tirkiyeyê betal bike

Partiya Çep a Sosyalîst daxwaz ji hikûmeta Norweçê kir ku destûra berê ya firotina çekan a dabû Tirkiyeyê betal bike.

Norweç di nava welatên destpêkê yên ku piştî deweta Tirk êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û şûnde firotina çekan rawestandibû.

Parlementerê Partiya Çep a Sosyalîst Lûdûn Lysbakken di pêşnûmeya dayî parlementoyê diyar kir ku rawestandina firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê têrê nake, daxwaz kir ku destûra bêrê ya firotina çakan a dabû Tirkiyeyê jî betal bike.