Dagirkeriya dewleta Tirk li Helsînkiyê hate şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Helsînkiyê bi xwepêşandanekê hatin şermezarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Helsînkiyê bi xwepêşandanekê hatin şermezarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku vê dema dawiyê zêde bûne, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê hatin şermezarkirin.
Komek ji Kurdên li Fînlandiyayê li ber Parlamenta Fînlandiyayê li hev kom bûn û alên PKK, YPG, YPJ, Rojava û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Di çalakiyê de daxuyanî hate dayin û êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Çalakgeran her wiha bi dirûşman li ber faşîzma dewleta Tirk rabûn.