Dagirkerî û xiyanet li Munîhê hatin protestokirin

Di mîtînga ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin de, îşaret bi giringiya xwedî derketina li Şoreşa Rojava hat kirin.

Bi armanca protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta çete ya AKP/MHP‘a faşîst ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, li qada Stachûs a li navenda Munîhê mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de alên YPG û YPJ’ê û wêneyên şehîdên di êrîşan de hatine qetilkirin hatin hilgirtin.

Kurdistanî û dostên wan ên Elman tev li mîtîngê bûn. Di mîtîngê de danezana KON-MED’ê hat xwendin. Li ser navê Munîh Enternasyonel Rojavayê jî axaftinek hat kirin. Di axaftinan de bal kişandin li ser giringiya xwedî derketina li Şoreşa Rojava û wiha hate gotin: “Berjewendiyên polîtîk û aborî hêzên navneteweyî piştgiriya êrîşên rejîma Erdogan dikin û çavên xwe jê re digirin û dengê xwe nakin. Divê mirov li dijî êrîşên dagirkeriyê hestyariya xwe li qadan nîşan bide.“ 

Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla“, “Bijî berxwedana Rojava“, “Erdoganê terorîst, bicehime ji Kurdistanê“, “Dewleta Tirk a faşîst, bicehime ji Kurdistanê“ hatin berzkirin.