Ciwanên Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan

Ciwanên Kurd ên li Baselê dijîn li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daketin qadan û çalakî li darxistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN), di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê daketin qadan. Ciwan di saetên êvarî de li qada Claraplatzê ya bajarê Basel yê Swîsreyê hatin ba hev û li vir çalakî li dar xistitin. Di çalakiyê de pankartên bi zimanê Elmanî û Kurdî ya ku li ser “Ev sed sal in li Kurdistanê êrîşên kîmyewî didomin“ nivîsandî, alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, KCK û HPG’ê hilgirtin.

Ciwanan piştgiriya dewleta Swîsreyê ya ji bo dewleta Tirk û PDK’ê protesto kirin. Ciwana di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî piştevaniya enternasyonal” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.

Endama TekoJIN’ê Zîlan Dersim têkildarî çalakiyê daxuyanî da û wiha got: “Em kesên ku di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a faşîst û hevkarê PDK’ê yên li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê de şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînin. Dewletên Ewropa û NATO’yê yên ku piştgiriya dewleta Tirk dikin, ji van şehadetan di rêza yekem de berpirsyarin. Em weke ciwanên Kurdistanê û entersasyonalîst wê li dijî van êrîşan her tim li qadan bin. Banga me ji bo hemû ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst ew e ku bila li qadan zêdetir li têkoşînê xwedî derkevin. Ji bo vê yekê jî divê li her derê bi awayek rêxistinkirî çalakî bên lidarxistin. Em bang li hemû ciwanan dikin ku li dijî vê şerê ku li Kurdistanê diqewime, bi ruhê seferberiyê çalakiyan li dar bixin. Em ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, banga tevlêbûna çalakî û merasîman li ciwanên Kurdistanê dikin.”

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.