Ciwanan ji bo Abdullah Ocalan li Aaraûyê çalakî li dar xist

Ciwanên Kurd ên li Aaraûyê dijîn, bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin.

Ciwanên Kurd ên li bajarê Aaraû yê Swîsreyê dijîn, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TekoJIN’ê li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de ciwanan alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan, PKK’ê hildan û bi dirûşmeyan tecrîd protesto kirin.

Di daxuyaniya li ser navê TCŞ û TekoJIN’ê hat dayîn de, hat destnîşankirin ku ji zû de ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdkirî ne û wiha hat gotin: “Divê demildest dawî li tecrîdê bê anîn û Rêbertiya me bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne.“

Ciwanan di çalakiyê de banga tevlêbûna meşa navendî ya sibehê di saet 13.00‘an de li Helvetiplatz a Zurîhê bê lidarxistin, kirin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.