Ciwan li Marsîlya derketin qadan

Gelek endamên TCŞ’ê yên ku li Marsîlyayê bi banga çalakiya lezgîn daketin qadan, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Dêrikê şermezar kirin.

Endamên Tevgera Cîwanen Şoreşger (TCŞ) li bajarê Marsîlya yê Fransayê di çarçoveya banga lezgîn a çalakiyan de daketin qadan.

Ciwan di saet 22:00’an li navenda Belle de Maî ya Marsîlyayê li hev civiyan û li dijî êrîşên hemwext ên dewleta Tirk ên li ser Dêrik, Mexmûr û Şengalê bi dirûşmeyan meşiyan.

Ciwanan di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û bi dirûşmeyan bertekên xwe yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Dêrik, Mexmûr û Şengalê nîşan dan.