Li dijî sîstema êşkence û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera 11 û 16'ê Îlonê de wê li Elmanyayê bi dirûşma "Ji bo azadiya Rêber Apo werin cenga azadiyê" ji bajarê Essenê heta bajarê Aachenê Meşa Dirêj bê lidarxistin.
Komîteya Amadekar a Meşa Dirêj li ser mijarê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ciwanên Kurd û enternasyonal di 10'ê Îlonê de li bajarê Essenê li hev kom dibin. 11'ê Îlonê em ê ji bajarê Essenê dest bi meşa xwe ya dirêj bikin. Piştî meşa ji 6 rojan di 16'ê Îlonê de em ê li bajarê Aachenê meşa xwe biqedînin. Ji bo meşa me ku tevî cwianên Kurd wê gelek ciwanên enternasyonalîst jî beşdar bibin, me amadekariyên xwe qedandine û em li benda ciwanan e.
Rêber Apo 24 sal in di nava sîstema tecrîd û êşkenceyê de dîl tê girtin. Dewleta Tirk a dagirker û hêzên navneteweyî bi piştgiriya hêzên hevkar ên herêmî, dixwaze vê êşkenceya tecrîdê asayî bike, bi gelê Kurd bide qebûlkirin. Ji destpêka komploya navneteweyî û vir ve êşkenceya tecrîdê gav bi gav bi rêk û pêk tê meşandin. Mînaka vê yekê li devereke din a cîhanê nîne ku hewl didin têkiliya Rêber Apo bi cîhana derve re qut bikin. Ji sala 2011'an û vir ve hevdîtina bi parêzeran re, ji sala 2015'an û vir ve jî hevdîtina malbatê û heyetan hatiye qedexekirin. Kiryarên ku li devereke din a cîhanê li girtiyan nayê ferzkirin, bi rengekî kêfî li dijî Rêber Apo tê meşandin. Di heman dema desthilatdarîbûna rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst de li Îmraliyê rejîmeke êşkence û tecrîdê ya dûrî ji hiqûqê û bêexlaq hatiye afirandin, di serî de li Kurdistanê iştre jî li Tirkiyeyê hatiye belavkirin."
DEWLETÊN YEKÎTIYA EWROPAYÊ BI BÊDENGÎ FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê ERÊ DIKIN
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adara 2021'ê bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî û got, "Ji hingî ve ti agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. 16 meh in têkiliya Rêber Apo bi cîhana derve re bi temamî hatiye qutkirin, mafê hvedîtina bi parêzeran û malbatê re kuı mafên bingehîn e, ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve tê desteserkirin. Êdî dem hatiye ku dawî li vê dîlgirtin û sîstema tecrîdê bê anîn, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin. Şirîkê herî mezin ê vê êşkenceyê dewlet û saziyên Ewropayê ne. Dewletên Ewropayê ku qaşo parêzvanên mafên mirovan û demokrasiyê ne, li hemberî kiryarên nehiqûqî û faşîst ên rejîma AKP-MHP'ê yên li zindanan, Kurdistanê û Tirkiyeyê bêdeng dimînin, bi vî rengî erê dikin û hevkariya xwe di her astê de bilind dikin.
Weke ciwanên Kurd ên li Ewropayê nabe ku em li hemberî vê bêdeng bimînin û qebûl bikin. Li ser vê bingehê çalakiya me ya Meşa Dirêj a navbera 11-16'ê Îlonê ya ji bajarê Essenê heta Aachenê, wê bi daxwaza azadiya Rêber Apo pêk were. Em bang li ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên li Ewropayê dikin ku bi seferberî tevlî çalakiyê bibin û daxwaza azadiya Rêber Apo bînin ziman."
Dem û rêgeha Meşa Dirêj:
Kombûn:
* 10.09.2022
Am Freistein 50, 45141 Essen
Saet: 16:00
* 11.09.2022
ESSEN-DUISBURG
* 12.09.2022
DUISBURG-KREFELD
* 13.09.2022
DÜSSELDORF FLUGHAFEN-
DÜSSELDORF
* 14.09.2022
DÜSSELDORF BENRATH-
LEVERKUSEN
* 15.09.2022
LEVERKUSEN CHEMPARK-
KÖLN MÜLHEIM
* 16.09.2022
AACHEN
Ji bo wergirtina agahiya:
[email protected]