Cindî Tûncel ji bo Parlamenta Eyaleta Bremenê bû namzet
14'ê Gulanê li Eyaleta Bremenê hilbijartinên parlamentê têne kirin. Namzet Cindî Tûncel bang li gelê Kurd kir ku piştgiriyê bide karên wî.
14'ê Gulanê li Eyaleta Bremenê hilbijartinên parlamentê têne kirin. Namzet Cindî Tûncel bang li gelê Kurd kir ku piştgiriyê bide karên wî.
Cindî Tûncel ku demeke dirêj e endamê Parlamenta Bremenê ye, alîkariya serokê koma meclîsê ya partiya xwe dike. Tûncel ê li navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê ji dayik bûye berdevkê karên ciwan, koç, spor, têkiliyên Ewropa û navneteweyî û extiyaran a koma parlamentê ye. Tûncel di heman demê de sekreterê desteya rêveber a Parlamenta Bremenê ye.
Tûncel ku nêzî 38 sal in li Elmanyayê ye, mîna bi milyonan Kurdistanî ji ber zexta dewletê neçar ma ku ji welatê xwe koç bike. Dema ku li parlamenta eyaleta Bremenê wezîfe kir, li welêt gelek êrîş li Kurdan hate kirin. Di vê demê de qirkirin li dijî Êzidiyan hate kirin. Di sala 2022'an de li Elmanyayê ev qirkirin hate qebûlkirin. Tûncel ku ew bi xwe jî Êzidî ye û ji bo qirkirin ji aliyê Elmanyayê ve bê qebûlkirin kar kir, got "Weke ku tê zanîn di 3'ê Tebaxa 2014'an de li dijî Êzidiyan qirkirinê destpê kir. Ji bo me bi rastî jî bû karekî gelekî zehmet ku vê qirkirinê li Elmanyayê û Ewropayê bidin hîskirin."
'LI PARLAMENTÊ CARA YEKÊ MIN QIRKIRIN ANÎ ZIMAN'
Tûncel ragihand ku ji bo naskirina qirkirinê û bihîstina dengê mexdûrên qirkirinê ew li qadan û parlamentê gelekî xebitî, ne karekî hêsan bû û got, "Yekemcar li Elmanyayê min bi navê partiya xwe qirkirin li parlamentê anî ziman. Bêguman weke ewladê gelê me di vir de keda me jî heye ku îsal qirkirin li Berlînê hate qebûlkirin. Di vê mijarê de partiya me Dîe Lînke ji me re bû alîkar. Lê belê dixwazim careke din destnîşan bikim ku ne ji alîkariya gelê me bûya ne ez ê li parlamentê bûma ne jî min ê karîbûya ew agahdar bikira."
CAREKE DIN BÛ NAMZET
Di 14'ê Gulanê de wê hilbijartinên Parlamenta Eyaleta Bremenê bêne kirin. Cindî Tûncel ji lîsteya Dîe Lînke di rêza 12'emîn de namzet hate nîşandan. Tûncel bang li Kurdên li Bremenê kir ku careke din piştgiriyê bide karên wan û got, "Hilbijartinên eyaletê yên li Bremenê û hilbijartinên li Tirkiyeyê di heman demê de ne, yanî di 14'ê Gulanê de ne. Di hilbijartinên eyaleta Bremenê de miroveke-î 16 salî ku welatîbûna Elmanyayê pê re heye dikare dengê xwe bide. Dengê xwe bi kar bînin û bidin Cindî Tûncel. Dengê ku we da Cindî Tûncel wê bibe dengê we."