Li bajarê Ins, Luzern, St.Gallen, Wintherthur, Zurîh û Basel ên Swîsreyê, Pêngava 15’ê Tebaxê bi coş hate pîrozkirin.
BERN
Meclîsên gel ên Bern û Bielê, bi boneya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, li bajarê Ins ê Kantona Bernê pîrozbahî li dar xistin. Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna ji bo Azadiya Kurdistanê, Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Bielê Ahmet Kaya, pêngav pîroz kir û axaftineke kin kir.
Nûnera Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW), Saadet Kûran jî got ku Kurd, bi Pêngava 15’ê Tebaxê hişyar bûne. Kûran anî ziman ku ked û berdêlên giran, bi ruhê berxwedanê yê Pêngava 15’ê Tebaxê ew hatine heta roja îro û got: “Bi xwîna bi hezaran şehîdan û bi keda bi milyonan, Kurd ji tunebûnê ve heyî bûne. Bi derketina xwedî li têkoşîna gerîla em ê li ser rêya şehîdan têkoşînê berdewam bikin.”
Siyasetmedar Bûrhan Karakoç ê li ser navê meclîsên herêma Bernê mafê axaftinê girt û got: “Di Pêngava 15’ê Tebaxê ya sala 1984’an de, guleya ewil a bi dijmin de hat teqandin, xaleke werçerxê ya giring e di dîroka azadkirina gelê Kurd de. Bi wê guleyê Kurd hişyar bûn. Guleya ewil a bi dijmin de hat teqandin di heman demê de bersivek ji bo Kurdê radestbûyî ye.”
Karakoç anî ziman ku têkoşîna azadkirina gelê Kurd a bi Pêngava 15’ê Tebaxê re dest pê kir, ber bi encamê ve diçe û got ku destkeftiyên gelê Kurd rû bi rûyê gefeke êrîşê ya mezin in. Karakoç, wiha berdewam kir: “Destkeftiyên me yên li Rojava, bi hevkariya Tirkiye, Îran û Rûsyayê di xeteriyê de ne. Rûsya, bi Kurdan gefan li Tirkan dixwe, bi Tirkan jî gefan li Kurdan dixwe û destkeftiyên Kurdan wek şantaj bi kar tîne. Em xiyaneta Rûsyayê li Kurdan, ji Qadî Mihemed û Serhildana Agiriyê dizanin. Îro jî Rûsya ji bo berjewendiya xwe dest bi siyaseta bazarkirina Rojava kiriye. Ji bo parastina destkeftiyên me yên li çar parçeyên Kurdistanê divê gelê Kurd bi giştî xwedî li berxwedanê derbikeve. Em ê jî bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê li vê têkoşînê bibin xwedî û li berxwedana xwe dewam bikin.”
Şahî bi gerandina govendê û stranan berdewam kir.
WINTHERTHUR
Kurdistanî û dostên wan bi boneya Pêngava 15’ê Tebaxê li bajarê Winterthur ê Swîsreyê hatin ba hev, bi pîrozbahîyê berxwedana Zapê silav kirin.
Di şahiyê de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Winterthurê Îbrahîm Botan axivî. Botan diyar kir ku encamên dîrokî yên Pêngava 15’ê Tebaxê yên nabe ku bi tenê wek çalakiyekê bê pênasekirin hene û wiha axivî: ”15’ê Tebaxê geşe bi perspektîfa Neteweya Demokratîk da, gelê Kurd tevî hemû reng û cudahiyên xwe kir yek û dest bi girtina ber li dagirkeriyê kir. Keç û kurên egîd ên vî gelî yên di tûnêlên şer de, temînata hebûna gelê Kurdistanê ne û tiştê dikeve ser milên me jî geşkirina vê têkoşînê û piştgirî ye.”
Pîrozbahî, bi çalakiyên çandî û werzişê bi dawî bûn.
ST GALLEN
Navendeke din a pîrozkirina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê jî bajarê St Gallen ê Swîsreyê bû. Hevserokê Navendên Civaka Kurd ên Swîsreyê Îsmaîl Kardaş ê serê pêşîn mafê axavtinê girt, bi silavkirina berxwedana gerîlayên li Kurdistanê li ber xwe didin û girtiyên di zindanan de heta bi dilopa dawîn a xwîna xwe li ber xwe didin dest bi axavtina xwe kir û wiha pê de çû: ”Pêngava 15’ê Tebaxê, wek pêngaveke nû nav da dîrokê. Ew guleya hevrê Egîd niha ji gelan re bûye hêviya serkeftinê. Gava 38 sal berê guleya ewil hat berdan, hinekan got ew ê di rojekê de biqedin. Lê wan nedizanî ku Rêbertiyê ev bawerî ava kiriye û hevrêyên wî wê pêşengiya vê pêngavê bikin. Û ev pêngav 38 sal in ber bi serkeftinê ve diçe.”
Piştî axaftina Kardaş, Hevseroka CDK ya St Gallenê Dîlan Ertaş a bi kurtî axivî û ev tişt gotin: ”Em li meşa xwe ya 38 sal berê bi guleyê ewil a Fermandar Egîd bi dijmin de teqand, li meşa xwe ya serkeftinê dewam dikin. Çawa ku îro li Zap, Avaşîn, Metîna û çar parçeyên Kurdistanê, gerîlayên me bi ruhê Fermandar Egîd têdikoşin em jî salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ya gelê xwe yê tevkarî li tevkarî li vê têkoşînê kiriye pîroz dikin.’’
Pîrozbahî, piştî axaftinan bi muzîkê û kargehê lîstîkan ji bo zarokan û çalakiyên werzişê bi dawî bû.
LÛZERN
Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi merasîmekê hat pîrozkirin. Di şexsê pêşengê Pêngava 15’ê Tebaxê Fermandar Egîd de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Piştre Hevserokê CDK’ê Ercan Guneş axaftinek kir.
Siyasetmedarê Kurd Mehmet Alî Hoca jî ragihand ku ew di serî Fermandar Egîd ê ku Pêngava 15’ê Tebaxê dayî destpêkirin, hemû şehîdan bi bîr tînin û wiha bi axaftina xwe de çû: “Di 15’ê Tebaxê de 3 gule hatin avêtin. Guleya destpêkê berdan dijmin. Peyamek bû ku wê êdî li dij derbikevin. Guleya duyemîn berdan teslîmiyeta Kurd. Li şûna Kurdê ku li ber her tiştî stûyê xwe ditewîne, Kurdekê ku têdikoşe ava kir. Ye sêyemîn jî meşaleyek bû û ev 38 sal in rêya me ronî dike.”
Pîrozbahî bi muzîk û gerandina govendê bi dawî bû.
BASEL
Kurdistaniyên ku li qada seyrangehê ya li girê Mûttenz a girêdayî Kantona Baselê hatin ba hev, salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Di pîrozbahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de, li dîmenek a nirxandinên endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan ên têkildarî Pêngava 15’ê Tebaxê hat temaşekirin.
Hevseroka CDK’ê ya Baselê Necla Dersim têkildarî girîngiya Pêngava 15’ê Tebaxê ya ji bo gelê Kurd axafinek kir.
Piştre, pîrozbahî bi muzîk û gerandina govendê bi dawî bû.