CDK-F/TJK-F: Em berê xwe bidin Landgraafê
CDK-F û TJK-F'ê bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Fransayê kirin, ku tevlî festîvalê bibin û cih û dema birêketina otobusan eşkere kirin.
CDK-F û TJK-F'ê bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Fransayê kirin, ku tevlî festîvalê bibin û cih û dema birêketina otobusan eşkere kirin.
Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) ji bo tevlîbûna li Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 30'emîn bang kirin ku wê li bajarê Landgraaf ê Hollandayê bên lidarxistin.
Di daxuyaniya hevpar de işaret bi girîngiya Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya di dîroka têkoşînê ya gelê Kurdistanê de hate kirin û hate gotin, "Di 17'ê Îlonê de em li Landgraafê bin. Festîvala Çanda Kurd ku wê îsal a 30'emîn bê lidarxistin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û têkoşîna azadiya Kurdistanê wê bibe qadeke bilind a têkoşînê."
Di daxuyaniyê de êrîşên mêtingeran ên bi çekên nukleerî û kîmyewî, tecrîda girankirî û şerê dijwar hate bibîrxistin û hate gotin, "Rêberê Gelê Kurd û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber berxwedaneke dîrokî dimeşînin. Li dijî polîtîkayên mêtingeran ku dixwazin gelê Kurd û Kurdistanê heta bi hetayê bêstatu, bênasname û bêazadî bihêlin, ji bo berxwedan û têkoşînê, ji bo xwedîderketina li berxwedana dîrokî ya li Zapê, dem dema daketina qadan e. Roj roja şikandina tecrîdê, xwedîderketina li berxwedana gerîla ya dîrokî ye. Ew roj e ku em bi reng û kincên xwe yên neteweyî biherikin Landgraafê. Li ser vê bingehê em bang li Kurdistaniyên li Fransayê û tevahiya gelê xwe dikin ku 17'ê Îlonê roja Şemiyê li bajarê Landgraaf ê Hollandayê li hev bicivin."
Cih û dema birêketina otobusên ji bajarên Fransayê wiha ne:
DRANCY
Drancy li pêşiya NCDK (7 otobus)
Adres: 174 Avenue Henri Barbusse
93700 Drancy
Saet: 24.00
Her wiha otobusek wê saet di 24:00 de ji Gare de Villeparisisê bi rê bikeve
PARÎS
Adres: Qada République
Saet: 24.00
MANTES-LA-JOLIE
1- 250 Bd Maréchal 78200 Mantes-la jolie
2- Auchan les Mureaux saet 23:00
3- Places de 4 saison val-de-reuil saet: 22:30
EVRY
Otobusek, Gare Le mée sur seine 77350
Otobusek, Gare de Étampes 91150
Otobusek, 53 Rue du Clos 91130
Saet: 23.00
RENNES
Ji Rennesê wê du otobusên du qatî wê bi rê bikevin
Otobusa destpêkê ji pêşiya NCDK a Rennesê
Adres: 11 rue du Pré bois 35000 Rennes
Otobusa duyemîn wê ji Nantesê bi rê bikeve
Adres: 91 Rue des Frères Amieux
44100 Nantes
Saet: 21.00
VILLIENEUVE
Otobusek ji ber Şaredariya Villieneuve, saet di 23.00 de bi rê bikeve
CREIL-REIMS
1- Qada kombûnê li pêşiya NCDK a Creilê
Adres: 67 rue gambetta 60100
Saet: 23.00
2-Pêşiya marketa Mozart a Reimsê
Saet: 24.00
VILLIERS-LE-BEL
Pêşiya NCDK a Villiers le Bel
Saet: 23.00