Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk ku bang li hemû kedkaran kir û got, "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi ruhê ku ji Newrozê girtiye dakevin qadan, daxwazên xwe bi awayekî bilind bînin ziman û bi hêza ku ji vir stendine tevlî hilbijartinên 14’ê Gulanê bibin”
Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk ji ANF'ê re axivî.
Bozgeyik, diyar kir ku di hilbijartinan de biryareke wisa tê stendin ku dikare sedsala pêş a Tirkiyeyê diyar bike û got “Ev demeke dirêj Pergala Hikumeta Serokkomariyê heye û ev pergal li ser civakê zextan ferz dike, polîtîkayên xwe yên şîddetê domdar dike û dibe sedem ku karker, kedkar,jin û ciwan hejar bibin. Em ê ji bo domandin an jî nedomandina vê pergalê dengê xwe bidin. Bi vê hilbijartinê re em dikevin sedsala duyemîn a hilbijartinê û ev tişt him ji bo gelên Tirkiyeyê û him jî ji bo kedkaran gelekî girîng e. Ji ber ku mafên sendîkayê û azadî ji holê tên rakirin, li ser beşên mûxalif her dem polîtîkayên zextê tên pêkanîn û tehamulî kesên hember nayê kirin. Ne bi tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo gelên Rojhilata Navîn, gelên cîhanê û kedkaran jî ev hilbijartin girîng e.”
WÊ SERDEMEKE NÛ DEST PÊ BIKE
Bozgeyîk diyar kir ku heke Tifaqa Ked û Azadiyê bi awayekî xurt têkeve meclîsê wê ev tişt gelekî girîng be û got “Gelên Tirkiyeyê ji Tifaqa Ked û Azadiyê hêvîdar û bendewar e. Dema ku Tifaqa Ked û Azadiyê bi awayekî xurt têkeve meclîsê wê berpirsyariyên wê ji bo gelên Tirkiyeyê, ji bo kedkaran û qanûnên nû hebe. Ji bo ku li Tirkiyeyê zemîneke demokratîk were destpêkirin wê ev hilbijartin gavek be.”
Bozgeyîk kişand ser operasyonên qirkirina siyasî ya ku li 21 bajaran hatibû kirin û got “Di lîsteya destgîrkirinê de navê 250 parêzer, hunermend, nûnerên rêxistina pîşeyî yên kedê, siyasetmedar, jin û ciwanan heye. Bi taybetî di vê pêvajoya hilbijartinê de dixwazin provokasyonan bikin. Ev provokasyon û astengkirin çiqasî bidomin jî divê di 14’ê Gulanê de gel biçe ser sindoqan û ji bo ev desthilatdarî têk biçe divê her kes seferber bibe.”
Bozgeyîk diyar kir di 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê wê li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Dîlok, Amed û Wan di serî de li gelek bajaran çalakiyên 1’ê Gulanê hebe û got “Ji bo bîranîna gelên me yên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane em ê li Antakyayê bin. Li Dîlokê jî wê mîtînga me ya herêmî pêk were. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi ruhê ku ji Newrozê girtiye dakevin qadan, daxwazên xwe bi awayekî bilind bînin ziman û bi hêza ku ji vir stendine tevlî hilbijartinên 14’ê Gulanê bibin."