Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F), Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F), Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Ewropa (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (Teko-JIN) li ber avahiya balyozxaneya Rûsya ya Parîsê, li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek dan. Girseya ku li ber avahiya balyozxaneyê kom bûn, bi dovîz û pankartên polîtîkayên dewletên Ewropayê yên piştevaniyê didin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û alên YPG û YPJ'ê hildan û bi yek dengê dirûşmeya “Nebin alîgirê komkujiyan“ berz kirin.
BANGA SEFERBERIYÊ
Berdevka Têkiliyên Derve ya CDK-F‘yê Bêrîvan Firat daxuyaniya çapemeniyê xwend û got: "Em bang li her kesî dikin ku ji bo parastina Şoreşa Rojava ya ku sembola destkeftiyên me ye, li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike, seferber bibin."
‘ERDOGAN BERSÛCEKÎ ŞER E‘
Firat bal kişand li ser hevkariya NATO û dewleta Tirk û wiha got: “Dewleta Tirk bi rêya dîplomasiya gelek welatên Ewropayê û bi taybetî jî NATO’yê, hewl dide ku bingehekê ji êrîşên qirker ên ku dixwaze pêk bîne re ava bike. Dewleta Tirk a dagirker, dixwaze li ser xaka ku bi sed hezaran sivîl di nava aramiyê de dijîn, xwînê birijîne, belkî jî dixwaze di asteke ku ji hovîtiya çeteyên barbar DAIŞ’ê zêdetir komkujî û qirkirinê bike. Dewleta dagirker, beriya niha jî li cihên ku sivîl lê dijîn gelek sûîqest û komkujî pêk anî û ev yek her roj didome. Gund, bajar û bajarok li ber çavê cîhanê bi balafirên bê mirov tên bombekirin. Tevahiya mirovahiyê dizane ku li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan jin û xortên vî welatî li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku gef li tevahiya cîhanê dixwar, şer kirin û bi lehengî şehîd bûn. Ên ku çeteyên hovane rêxistin û fînanse dikir Erdogan bû. Dewleta Tirk a dagirker û Erdogan sûçê şer dike û bersûçê şer e. Dewleta Tirk a dagirker, li Girê Spî û Serêkaniyê çete bi cih kirin û demografiyê herêmê guhert. Dixwaze Wargeha Mexmûrê ya di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye û Şengalê ku Kurdên Êzidî yên ku baweriya herî kevnar a cîhanê lê dijîn, dagir bike.“
‘DEWLETA ÇETEYAN‘
Firat anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ya ku li Zapê li hemberî gerîlayan têk diçe, çekên kîmyewî bikartîne û sûçê şer dike. Firat da zanîn ku dewleta Tirk a qirker ku li ser înkar û îmhaya gelan ava bûye, dewleteke çeteyan e û got: “Dewleta Tirkiyeyê û artêşa wê ya ku hemû peymanên navneteweyî û hiqûqa mirovahiyê binpê dike, sûcên li dijî sivîlên bêguneh dike û hemû cureyên çekên kîmyewî bikar tîne. Dewleta Tirk dijminê mirovahiyê ye, kujer û qirker in.“
Firat, bang li hemû mirovahiyê û hêzên navneteweyî kir ku li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker bibin xwedî helwest û bi van gotinan dawî kir: “Di pêngava yekemîn de em dixwazin ku qada hewayî ya Rojava ji firînê re bê girtin. Divê kesên li dijî zilm û şerê li Ûkraynayê ne, dev ji standarda dualî berdin û bersivê bidin bangên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Qatîl Erdogan ”, “Dagirker Tirkiye“ û “Defend Rojava, Defend Kurdistan” bi dawî bû.