‘Bila qada hewayî ya Rojava ji firînê re were girtin‘ - HATE NÛKIRIN

Di çalakiyên protestoyî yên sala 99’emîn a Peymana Lozanê de hat destnîşankirin ku wê gelê Kurd rê nede Lozaneke din û banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dewleta Tirk re hat kirin.

Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji bo derketina xwedî li Şoreşa Rojava û protesto kirina Peymana Lozanê di salvegera wê de, li gelek bajaran derketin qadan.

FREIBURG

Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê, Kurdistaniyên ji ber salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê derketin qadan, qêriyan ku ew ê rê nedin rojanekirina Peymana Lozanê ya careke din dagirkirina Kurdistanê û qetilkirina Kurdan pê were armanckirin û ya jî peymaneke din a wek Lozanê.

Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Freiburgê hat kirin de, hat destnîşankirin ku wê gelê Kurd, peymaneke din a pê sedsaleke din jî rû bi rûyê dagirkerî û gefên qirkirinê bibe qebûl neke û hat diyarkirin ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên berxwedanê yên Metîna, Zap û Avaşînê ji 14’ê Nîsanê ve bê navbir berdewam in, li ber xwe didin. Îşaret bi wê yekê hat kirin ku ew ê bi şiara ‘’Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk em parastina Kurdistanê bikin’’ paradîgmaya Rêbertiya xwe bikin esas û li her derê li berxwedanê xwedî derbikevin.

Di çalakiyê de, banga tevlêbûyîna kampanyaya hashtagê ya ji bo girtina qada hewayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dewleta Tirk re ya wê îşev dest pê bike hat kirin.

PARÎS

Li Parîsa paytexta Fransayê, ji ber sala 99’emîn a Peymana Lozanê û sala 10’emîn a Şoreşa Rojava, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F), li qada Républiqueê mîtîngeke bi heybet hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ’ê li qada mîtîngê hatin bal hev, ji bo xatirê şehîdên şoreşê bi deqeyekê rêz girtin.

Senatorê Koma Komunîst û Komarparêzan Pierre Laurent, parlamentera NUPES’ê Danielle Simonnet û Hevserokê Konseya Koordînasyona Komeleyên Ermenan ên Fransayê Mourad Papazian di mîtîngê de axivîn.

Pierre Laurent, destnîşan kir ku ew çawa berê wek komunîst bi doza gelê Kurd a mafdar re bûne ew îro jî pê re ne û wiha axivî: ‘’NATO ne endamên nuh ne jî leşkerên nû divê. Bêdengiya li dijî polîtîkaya Erdogan a di civîna NATO’yê de nabe ku were qebûlkirin. Di salvegera Şoreşa Rojava de, me di der heqê bêdengiya hikûmeta me ya li dijî polîtîkaya Erdogan ê dixwaze êrîşê Rojava ya tekane hêviya aştiyê li Rojhilata Navîn e me gelek pirs ji wezîrên xwe kirin. Tu bersivê nadin. Em ê bi we re bin, em ê li dijî destpotîzmê bi demokrasiyê re bin.’’ 

Parlamentera NUPES’ê Danielle Simonnet jî îşaret bi wê yekê kir ku yên di mijara Ûkraynayê de siyaseteke bi durûyî dikin di mijara Rojava de jî heman siyasetê dikin û wiha pê de çû: ‘’Êrîşên Erdogan ên bi ser Kurdan de bi gelek awayan berdewam in, dîsa dixwaze êrîşê Rojava bike, tirsa wan a ji pergala wekheviyê ya ku danîne holê ye. Çimkî Şoreşa Rojava nîşan dide ku gel, zayend û bawerî dikarin bi wekhevî bijîn. Hikûmeta me divê bes xwe ker bike û bibe seferber ji bo parastina hêviya aştiyê ya li Rojhilata Navîn.’’

Hevserokê CCAF’ê Mourad Papazian jî behsa malbata xwe ya li Wanê ji Qetilama Ermenan reviyaye kir û got: ‘’Li dijî rejîma Erdogan a rejîma sûc e divê mirov bibe yek. Divê em bibêjin ‘Erdoganê dixwaze rejîma Neo-Osmanî ava bike rawestînin’. Erdogan dixwaze serî bi gelên kêmar bide pê lê kirin, ji çeteyan komên radîkal ava dike. Divê em ji bo şoreşê bibin seferber.’’

Di çalakiyê de Hevseroka CDK-F’yê Xanê Akdogan û Hevserokê Şaredariya Rêya Hevrîşim a Wanê Veysel Keser jî axivîn û derbirîn ku ew Peymana Lozanê nas nakin.

Mîtîng, bi govend, dirûşm û performansa muzîkê ya hunermendên TEV-ÇAND’ê bi dawî bû.

FRANKFURT

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi organîzekirina FCDK KAWA’yê meş hat lidarxistin. Meş ji ber îstgeha trenan a navendê dest pê bû. Di meşê de planên dagirkirina Rojava yên dewleta Tirk hatin protestokirin. Di serî de Rojava, daxwaza girtina ji firînê re ya qada hewayî ya Başûrê Kurdistanê hat kirin.

Meş saet di 15.00’an de dest pê bû. Ji Offenbach, Hanau, Wiesbaden, Russelsheim, Mainz, Darmstadt, Gissen û Mannheim’ê Kurd û dostên wan tev li meşê bûn.

Meşa li Hauptwacheyê bi dawî veguherî mîtîngê. Hevserokên FCDK-KAWA’yê Munevver Altinişik û Mehmet Çopan axivîn û xwestin ku her kesê li dijî şerê bi bêexlaqî tê kirin, bala xwe bide ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Hevseroka KON-MED’ê Zubeyda Zumrut a mafê axavtinê girt, îşaret bi wê yekê kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke hesas de ye û anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker a 40 sal in Kurdan qetil dike welatê wan dagir dike, nikare nirxên ku gelê Kurd ava kirine ji holê rabike. Zumrut mijar anî ser xiyaneta PDK’ê û got: ‘’Malbata Barzaniyan dibîne ku xanedaniya wan li ber xerabûyînê ye ji wê boneyê bi hemû hêza xwe êrîşê dike. Bila her kes bizane ku kes nikare şoreşa 50 sal in ava dibe, xera bike.’’

Gava mîtîngê, bê navbir dirûşmên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî Rojava’’, ‘’Bijî gerîla’’, ‘’Bimire xiyanet’’ û ‘’Erdoganê kujer’’ hatin berzkirin.

OSLO

Li Oslo ya paytexta Norwêcê, ji bo kişandina balê bi ser kampanyaya hashtagê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê hatiye destpêkirin pankartekî mezin ê li ser‘’ #NOFLYZONE4ROJAVA’’ nivîsandî di avahiya operayê de hat vekirin. Xelkê li der û dorê bi çalakiyê re xweş eleqedar bû.

BORDEAUX

Li bajarê Boudeaux ê Fransayê, bi meş û mîtînga saet di 19.00’an de hatin kirin de, salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava hat pîrozkirin, salvegera 99’emîn a Peymana Lozanê hat protestokirin û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, daxwaza girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji firînê re hat kirin.

RENNES

Li bajarê Rennes ê Fransayê, Kurdistanî û dostên wan, li Qada Charles de Gaulles kom bûn.

Meşa li dijî salvegera100’emîn a Peymana Lozanê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava heta bi qada Republique dewam kir. Di meşê de daxuyanî hat xwendin û belavok hatin belavkirin.

Hat diyarkirin ku Şoreşa Rojava, şoreşa jinan e ku li dijî faşîzma li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, hişmendiya pederşahî ya zayendperest e û di salvegera 10’emîn a şoreşê de wê Rojava û destkeftiyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê yên bi 50 salan ji aliyê hemû gelê Kurdistanê ve ji dewleta Tirk a qirker werin parastin. Di danezanê de hat destnîşankirin ku wê Kurd, statuya bi 100 sal berê ya bê nasname ku bi Peymana Lozanê hatiye ferzkirin qebûl nekin û Kurd ji bo bibin xwedî statu têdikoşin û xwediyê rêbertiyêke ne ku di qada navneteweyî de tê qebûl kirin û wê nehêlin ku sed salên din jî ji destên wan biçin. Hat derbirîn ku di sala 99’emîn a Lozanê de divê Kurd bi yekîtiyê têbikoşin.

Di axavtinên li ser navê UCL (Yekîtiya Komunîst a Lîberal), Union Syndivale Solidaries, Komeleya Dostaniya ya Kurdan a Brotonê ên tev li meşê bûn hatin kirin de, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hatin şermezarkirin û banga piştevaniya bi gelê Kurd re hat kirin.