Çalakiya edaletê ya Xoşnav Atayê Kurdistanî ku ji bo protesto kirina bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ber avahiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya li bajarê Den Haag ê Holandayê dest pê kiriye, di roja 42’emîn de dewam dike. Di çalakiyê de Xoşnav Ata wêneyê birazê/xwarzêyên xwe Gulperîn Ata û Mîhrîvan Ata yên di êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk de şehîd bûne hilda.
Gelek Kurd û dostên wan serdana çalakiya Xoşnav Ata dikin. Îro jî ji bo piştevaniyê Hunermend Seyda Perînçek serdana çalakiyê kir. Perînçek diyar kir ku wî ji bo piştevaniyê serdana Ata kiriye û got: “Çekên kîmyewî li dijî gel, zarok û nirxên me bi kar tînin. Xoşnav Ata, dest bi çalakiyek a pîroz kir. Me jî wek hevrêyên wî xwest ku pê re bin û dengê wî bi kesên xwedî wijdan bidin bihîstin. Em çalakiya wî silav dikin.“
Xoşnav Ata bi bîr xist ku ew 42 roj in çalakiyê dike û derbirî ku ew ji OPCW’ê dixwaze ku di der barê bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk de lêkolînê bike û got: “Armanca me diyar e. Her roj li dijî zarokên Kurdan çekên kîmyewî tên bikaranîn. Em dixwazin OPCW di der barê bikaranîna çekên kîmyewî de lêkolînê bike. Lewma em Nobeta Edaletê digirin.“
Ata, bang li gelê Kurd, hunermend û rewşenbîran jî kir ku ew jî mîna Seyda Perinçek ji bo piştgiriyê bên serdanê.