Bi hezaran kes li Fransa û Elmanyayê: Qada hewayî ya Rojava ji dagirkeran re bê girtin-HAT NÛKIRIN

Êrîş û sûcên şer ên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, li bajarên Elmanya û Fransayê bi çalakiyan hat protestokirin.

Kurdistaniyên li bajarên Ewropayê dijîn, ji bo prostestokirina êrîşên dagirkeriyê û qetlîamên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê daketin qadan.

FREÎBÛRG

Li bajarên Freîbûrg ê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan, ji bo prostestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê meşek lidar xistin.

Beriya meşê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin.

Girse bi berzkirina dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “Kujer Erdogan” û “dewleta Tirk a faşîst” meşiyan û bang kirin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dewleta Tirk re bê girtin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk, li ber Eûropagalerîeyê bi mîtîngekê hat protestokirin.

Nûnerê PYD’ê yê Elmanyayê Dexil Rojava di mîtîntê de axivî. Rojava anî ziman ku dewleta Tirk bi taybet ji 7 salên dawî û vir ve êrîşên qirkirinê li dijî Kurdan pêk tîne û têkildarî êrîşên di rojevê de jî mînak dan. Dexil Rojava destnîşan kir ku eger aramiya gelê wan tê xirakirin, ew tu kesê rehet naberdin û ji bo pêşî girtina li ber qelîamên sivîlan xwest ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dagirkeran re bê girtin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî Rojava” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi tevlîbûna Kurdistaniyên ku ji Avîgnon, Montpellîer û Marîgnaneyê hatîn meş û piştre jî mîtîng hat lidarxistin. Kurdistaniyên ku di saet 15.00’an de hatin ba hev, pankartên têkildarî girtina  qada hewayî ya Rojava û gelek pankartên ku rûyê rast ê şerê qirêj derdixe holê hatin hilgirtin.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ’ê hatin hilgirtin û bi berzkirina dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Kujer dewleta Tirk”, “Dewleta Tirk a terorîst” û “Terorîst Erdogan” êrîşên dagirkeriyê hatin teşhîrkirin û bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana rûmetê” berxwedana gerîla hat silavkirin.

Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Fransî yên di derbarê êrîşên dagirkeriyê de jî hatin xwendin û belavkirin.

Meş li qada Vîeûx Port a meydana herî qelebalix a Marsîlyayê, bi mîtîngê dewam kir. Ji bo bîranîna şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û piştre li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk axaftin hatin kirin.

PARÎS

Kurdistanî û dostên wan ên li Parîsê hatin ba hev pankartên “Rojava biparêze vekirin” û dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Ji bo Kurdistanê çareseriya siyasî” hatin berzkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevserokê Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê Azad Dogan û li ser navê Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewropayê (ADHK) Mûrat Kûr daxuyanî dan.

Azad Dogan destnîşan kir nayê qebûlkirin ku Yekîtiya Ewrpayê li dijî faşîzm û mêtingeriya dewleta Tirk bêdeng bimînin û anî ziman ji bo ku dewleta Tirk a ku tehemûlê destkeftiyên Kurdistan nake, li hemû cîhanê teşhîr bikin wê her tim li qada bin.

Mûrat Kûr jî bilêv kir ku divê têkoşîna hevpar bê geşkirin û got: “Rastiya polîtîkaya îmha û înkarê ya ku li ser gelan tê pêkanîn heye. Mixabin li dijî gelê Kurdistanê ev bi zelalî tê dîtin. Dem, dema binxistina faşîzma AKP-MHP’ê ye. Em ê bi têkoşîna hevpar vê serbixînin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

VILLIERS LE BEL

Bi sedan Kurdistaniyên ji bo protestokirina êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên bi ser Mexmûr û Şengalê de hatin bal hev, bi banga Komeleya Çandê ya Kurd saet di 17:30’î de li banliyoya Villiers Le Bel a Parîsê meşiyan.

Girseyê, bêyî navber diruşmên ‘’Bijî berxwedana Şengal û Mexmûrê’’, ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bêyî Serok jiyan nabe’’ û heta bi Mala Çandê ya Kurd a Villiers Le Belê meşiya.

Endama Meclisa Gele a Villiers Le Belê Devrîm Çiya ku piştî meşê daxuyanî da, sûcên dewleta Tirk ên berpêyî gelê sivîl şermezar kirin û da zanîn ku ew ê li her derê xwedî li têkoşîna gerîla derbikevin û têkoşîna xwe gur û geş bikin.

MANTES-LA-JOLİE

Bi dehan Kurdistaniyên bi pêşengiya DKTM’ê li ber îstgeha Mantes-la-Jolieyê hatin bal hev, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û YPG/YPJ’ê hildan. Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê, diruşma ‘’Şehîd namirin’’ berz kirin.

Di daxuyaniyên li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Mantes-la-Jolieyê hatin dayîn de, ev tişt hatin destnîşankirin: ‘’Êrîşên berpêyê destkeftiyên gelê Kurdistanê, bêyî navber berdewam in. Em ê li dijî van êrîşan, ji bo teşhîrkirina dewleta Tirk a faşîst her û her li qadan bin.’’

Çalakî, bi berzkirina diruşmên ‘’Bijî berxwedana gelê Kurd’’ û ‘’Çareseriya siyasî ji bo Kurdistanê’’ bi dawî bu.

LORIENT

Kurdistanî û dostên xwe yên li bajarê Lorientê dijîn, polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bi mîtîngekê protesto kirin.

Kurdistanî û dostên wan, li qada Place Aristide-Briandê hatin bal hev. Di çalakiya protestoyî ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, axavtin hatin kirin. Di axavtinên hatin kirin de ev tişt hatin destnîşankirin:

‘’Dewleta Tirk, bi operasyonên siyasî yên li Kurdistanê gelek siyasetmedarên Kurd digire. Li Rojava û Başûr cih û warê sivîlan dide ber bombeyan, qetilaman dike. Li qadên gerîlayan çekên kîmyewî yên qedexe bi kar tîne. Li dijî qirkirin û qetilamên dewleta Tirk dixwaze bike, em gelê Kurdistanê û dostên Kurdan, em ê li her qadê hovîtiya dewleta Tirk şermezar bikin.’’

RENNES

Li bajarê Rennes ê Fransayê Kurdistanî ji bo êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Mexmûr û Şengalê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bikin, li Place du Colombîerê hatin ba hev.

Di axaftinan de îşaret bi êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser sivîlan hat kirin û her wiha bang li raya giştî hat kirin ku li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd pêk tîne, piştgirtiyê bidin Kurdan.

Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Ji bo Kurdistanê çareserî”, “Ji bo Abdullah Ocalan azadî”, “ji rejîma faşîst re dawî” û “Ji qetlîamê re bêdeng nemîne” hatin berzkirin.”

DRANCY

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a Ewropayê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM), Kurdistaniyên li banliyoya Drancy a girêdayî Parîsê dijîn li dijî êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Mexmûr û Şengalê û radestkirina cenazeyê şehîd Hakan Arslan a di nava kîsik de meşek li dar xistin.

Di meşê de pankatên li ser hatibû nivîsandin “Defendez Le Kurdistan Contre l’învasîon et la trahîson” (Kurdistanê li dijî şerê dagirkerî û xiyanetê biparêze) û “Em ê hestiyên miriyên xwe mîna xençerekî li dilê we bixin” hatin vekirin û bê navber dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Dewleta Tirk a dagirker”, “Bijî berxwedana Mexmûr” û “Şehîd Welat Çiya nemir e” hatin berzkirin.

Di daxuyaniya li ser navê TCŞ û DKTM’ê hatî dayîn de hat diyarkirin ku artêşa Tirk a dagirker bi êrîşên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava gelê Kurdistanê û destkeftiyên Kurdan armanc digire.

Her wiha di daxuyaniyê de qala heqareta ku li cenazeyê Şehîd Hakan Arslan hat kirin, hate kirin û hat tekezkirin ku şert û merc çi bin bila ew bin wê li dijî dijminê xwe yê heta serkeftinê şer bikin.

Çalakî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

VÎLLENEÛVE

 

Li banliyoya Vîlleneûve ya Parîsê ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk heta Şaredariya Vîlleneûveyê meşek hat lidarxistin.

Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, û YPJ/YPG’ê hatin hilgirtin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin berzkirin.

Kurdistaniyan pankarta li ser nivîsandibû “Tirkiyeya faşîst bi sekine” vekirin û berzkirina dirûşmeyên “Kujer Erdogan” domandin û xwestin ku qada hewayî ya Rojava bê girtin.