Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn - HATE NÛKIRIN - I

Li Elmanya û Fransa bi boneya 40’emîn salvegera çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê merasimên bîranînê hatin lidarxistin.

Li gelek bajarên Elmanya û Fransayê ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê merasimên bîranînê hatin lidarxistin.

DUSSELDORF

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê merasimek a bîranînê hat lidarxistin. Endamên Meclîsa Gelê Kurd ên ku li bajar û hawîrdorê xebat dimeşînin, tev li merasima bîranînê bûn. Merasim bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di bîranînê de sînevîzyona ku ji bo şehîdên Rojiya Mirinê ya 14’ê hat amadekirin, hate temaşekirin. Piştre li ser wate û girîngiya rojê axaftinin hatin kirin.

Merasima bîranînê bi banga ji bo meşa 23’ê Tîrmehê ya li Dusseldorfê ku wê di çarçoveya bi tevlêbûna eyaleta Ren Vestfalya ya Bakur bê lidarxistin, bi dawî bû. 

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê jî bi tevlêbûna gel û endamên meclîsa Toûloûseyê, li Komeleya Kurd meresima bibîranînê hat lidarxistin. Meresim, bi rêzgirtina bi deqeyekê dest pê kir. Piştre di der barê berxwedana 14’ê Tîrmehê de, li sînezîyonekê hat temaşekirin.

Têkildarê berxwedana pêşengên 14’ê Tîrmehê; Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku di derbeya 12’ê Îlona 1982’an de xwestine ku pêşengên PKK’ê qir bikin, lê bi çalakiya bi fedaîtî ya Mazlûm Dogan û Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê neçûye serî.

Her wiha di axaftinan de hat destnîşan kirin ku ruhê endamên PKK’ê bi awayek fedayî ava kiriye, niha li her çar parçeyên Kurdistanê ji aliyê endamên PKK’ê ve cardin tê nîşandan û ew ê dîsa wek berê, bi berxwedanên dîrokî dijmin têk bibin. 

Bibîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

HEÎLBRONN

Li bajarê Heîlbronnê yê Elmanyayê Saziya Malbatên Şehîdan û Kesên Wenda (KOMAW) û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, ji bo şehîdên 14’ê Tîrmehê û gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di şer de şehîd bûne merasima bîranînê hat lidarxistin.

Siyasetmedarên Kurd Kemal Aktaş, Selîm Sadak, Faysal Sariyildiz, Tahîr Koçer, malbatên şehîdan û bi dehan Kurdisanî tev li merasimê bûn.

Merasîma ku bi boneya 40’emîn salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin, ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş axivî. Aktaş di axaftina xwe de bal kişand li ser berxwedana girtîgehê ya 14’ê Tîmehê û got: “Em berxwedêrên 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz bi bîr tînin. Wan li dijî faşîzmê bi birçîbûnê li ber xwe da û xwe radest nekirin. Bi ruhê wan ê berxwedanê li her derê Kurdistanê têdikoşin û çûkê faşîzmê di tewînin. Bi berxwedana wan hemû şehîdên me yên têkoşîna azadiyê rêya gelê Kurd ronî kirin û çarenûsa gelê Kurd guhertin. Gerîlayên ku îro li çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin û li dijî her cûre çekên kîmyewî têdikoşin, bi ruhê wan ê serkeftinê re li ber xwe didin. Şehîdên me li girtîgehan bi îdeolojiya Rêber Apo ketin liv û tevgerê û faşîzma Tirk hilweşandin. Ev berxwedan îro li Kurdistanê dewam dike.”

Di merasîmê de siyasetmedarê Kurd Tahîr Koçer jî axaftinek kir û wiha got: “Ji Hakî Karer Şehîdên 14’ê Tîrmehê û hemû şehîdên me yên ku îro li Zap û Rojava bi berxwedanê gihiştin asta şehadetê, erkên mezin dane me. Ji bo van erkan divê em xwedî li gerîlayên xwe derbikevin û her roj di çalakiyan de bin.”

Koçer di dawiya axaftina xwe de banga tevlêbûna çalakiyên ku wê 23’ê Tîrmehê bên lidarxistin, li her kesê kir.

Di merasima bîranînê de enternasyonalîstên Elman Şiyar Gabar (Jakob Raîmer) û Dilsoz Baran (Kevin Jochîm) ên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûn, Salih Cizîrî, Dr. Huseyîn û Şerzan Hingirvan û Dîdar Harûn ku herî dawiyê di berxwedana Zapê de şehîd bûn û hevrêyên wan jî hatin bîranîn.

Merasim bi pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

PARÎS-EVRY

Li banliyoya Evryê ya paytext Parîs a Fransayê jî merasima bîranînê hat lidarxistin. Gel û  hevrêyên ku li cem berxwedêrên 14’ê Tîrmehê mane jî tev li merasimê bûn. Hevrêyên berxwedêrên 14’ê Tîrmehê behsa şert û mercên derketina berxwedanê, di wê pêvajoyê de vê berxwedanê çi îfade dikir, çalakiyê girtîgehê, bandorek çawa li ser Rêbertiya Gelê Kurd û PKK’ê kir û çi pêşketinên nû bi xwe re anîn, kirin.

Di axaftinan de wiha hate gotin: “Berxwedana 14’ê Tîrmehê çanda fedayîtiyê ya PKK’ê û ruhê wê derxist holê û bingeha wê ava kir. Ev berxwedana dîrokî ya bêhempa li Zap, Avaşîn û Metînayê bi destana lehengiyê ya gerîla gihiştiye lûtkeya herî jor û kesayetek a ku têk naçe derxist holê.“

Merasim bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ û “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.