Bêrîvan Zîlan û şehîdên Cîloyê li Marsîlyayê hatin bibîranîn
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê piştî konê sersaxiyê yê ji bo endama Meclîsa PAJK’ê Bêrîvan Zîlan hat danîn, merasîma bibîranînê hat lidarxistin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê piştî konê sersaxiyê yê ji bo endama Meclîsa PAJK’ê Bêrîvan Zîlan hat danîn, merasîma bibîranînê hat lidarxistin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê taziyeya Endama Meclîsa PAJK’ê Bêrîvan Zilan (Hatîce Ezer) û gerîla Şevger Ararat (Mahsûn Guneş) û Agir Dilbirîn (Ridvan Dilbirîn) ên 27’ê Cotmeha 2020’î li Cîloyê şehîd bûn, du rojan dewam kir, îro bi pêşeniya Komîteya Şehîdan û Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan bi bibiranînê dewam kir.
Di bibîranîna li salona Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê hat lidarxistin de quncikek ji bo şehîdan hat vekirin.
Piştî rêzgirtina ji bo bibîranîna şehîdan, li ser navê DKTM’ê axaftina destpêkê hat kirin. Birayên Şehîd Mahsûm Guneş û Ridvan Aslan jî axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat xwestin. Banga xwedî derketina li berxwedanê û xeta şehîdan hat kirin.