Bêrîvan Zîlan û Şevger Ararat li Parîsê hatin bîranîn

Endama Meclîsa PAJK’ê Bêrîvan Zîlan a ku şehadeta wê duh hat eşkerekirin û Şevger Ararat ê ku 27’ê Cotmeha 2020’ê şehîd bû û hevrêyên wî li Parîsê hatin bîranîn.

Li paytext Parîs a Fransayê ji bo Şevger Ararat (Mahsûn Guneş) ê ku 27’ê Cotmeha 2020’ê li Cîloyê şehîd bû û hevrêyên wî û Endama Meclîsa PAJK’ê Bêrîvan Zîlan a ku 17’ê Hezîrana 2022’ê şehîd bû, merasîmek a bîranînê hat lidarxistin. Di merasîma ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin de, ji bo şehîdan quncek a bîranînê hate amadekirin.

Merasîma bîranînê bi axaftina şehîd Şevger Ararat û bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.