Banga tevlêbûna 2’emîn Mîhrîcana Şehîd Sînan Dersim hat kirin
CDK-F û TJK-F’yê banga tevlêbûna 2’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim kir. Mîhrîcan wê îsal li bajarê Marsîlya yê Fransayê bê lidarxistin.
CDK-F û TJK-F’yê banga tevlêbûna 2’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim kir. Mîhrîcan wê îsal li bajarê Marsîlya yê Fransayê bê lidarxistin.
CDK-F û TJK-F’yê bi daxuyaniyek a hevpar banga tevlêbûna 2’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim kir.
Di daxuyaniya hevpar de ev tişt hatin gotin:
“Em dibin şahidê pêvajoyekê ku gelê me bi berdêlên giran destkeftiyên mezin bi dest dixe. Hevkarên xwecihî û hêzên emperyalîst êrîşek a mezin li dijî destkeftiyên gelê me dikin. Bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj bi roj qetilkirina bi fizîkî tê armanckirin. Hewila tecrîd û qetilkirina gelekî di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de tê dayîn. Ev tecrîd, bi konsepteke şer a giran li cih û warê gelê me lê ye berdewam e. Bi taybetî di demên dawîn de li Kurdistanê her der tê bombekirin, dixwazin Rojava bi xiyanet û bi destên çeteyên hevkar bidin destê mêtingeriyê, Başûrê Kurdistanê tu dibê qey vediguherînin goristana çekên kîmyewî û her roj ciwanên Kurd tên qetilkirin.
Dixwazin zindanan veguherînin cihên hovîtiyê û berteka herî biçûk a demokratîk a li dijî vê bi kuştinê bi encam dibe. Ev rewş, nîşaneya wê yekê ye ku gelê me dixin nav çerxa qirkirinê. Dixwazin sedsalek a din jî gelê me qir bikin û bikin kole. Li dijî vê li her derê bertek û helwest tên dayîn û nîşandan. Bi taybetî berxwedana Îmraliyê û ya gerîla bi aşkerahî nîşanê mirov dide ku divê mirov çi bike. Ji wê boneyê em bang li hemû gelê xwe yê li başûrê Fransayê dimîne û dostên xwe dikin ku tev li 2’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim bibin. Tevlêbûna mîhrîcanê tê wateya bersivdayîna hemû êrîşên bi ser gelê me de tên kirin û derketina ruhekî neteweyî di vê wateyê de. Mîhrîcana me peyamek e. Em hemû gel û dostên xwe vedixwînin ku li ser asasê parastin û xwedî derketina li welatê tev li mîhrîcanê bibin.“