Banga ji bo meş û mîtînga li Lozanê
CDK-S û YJK-S’yê, hemû Kurd û dostên wan vexwendin meş û mîtînga wê 23’yê Tîrmehê li pêk werin.
CDK-S û YJK-S’yê, hemû Kurd û dostên wan vexwendin meş û mîtînga wê 23’yê Tîrmehê li pêk werin.
Di ser Peymana Lozanê ya 24’ê Tîrmeha 1923’yan li bajarê Lozanê yê Swîsreyê îmzekirin û Kurdistan bû çar parçe re 99 sal buhurîn. Kurd, wek her sal, wê îsal dîsa 23’yê Tîrmehê li bajarê Lozan ê Swîsreyê werin bal hev û bimeşin ber bi avahiya lê peyman hatiye îmzekirin. Ev çalakî, wê bibe çalakiya ewilîn a çalakiyên salekê ya Komîteya Sala 100’emîn a Peymana Lozanê ku Kurd û dostên wan ava kiriye. Rêxistina bi giştî ya Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd CDK-S’ê û Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), bi daxuyaniyeke bi hevparî, hemû Kurd û dostên wan vexwendin meş û mîtînga wê 23’yê Tîrmehê li Lozanê werin kirin.
‘KURD DÎROKA ŞOREŞÊ JI NÛ VE DINIVÎSIN’
Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşankirin ku divê mirov ji ne ji bo mêtingeriyê lê ji bo Kurdistana azad derbikeve meydanan û hat diyarkirin ku li Kurdistanê gelek xelk hatine qetilkirin û wiha hat gotin: ‘’Di serê sedsala 20’emîn ku Modernîteya Kapîtalîst bi teşe bûye de, bi paradîgmaya netewe-dewletê Kurd, Suryan, Asûrî, Ermen û hemû gelên din hatine qetilkirin û ji dîrok û axa xwe hatine talankirin.
Piştî şerê parkirina emperyalîst, dîrok, çand, erdnîgarî û vîna gelan nehatiye hesabkirin û sînor li ser maseyê hatine diyarkirin. Bi Peymana Lozanê Kurdistan bû çar parçe. 99 sal in Kurd bê statu ne ji ber vê peymanê û tim rû bi rûyê polîtîkayên îmha û înkarê yên dewletên mêtinger û emperyalîst dibin. Lê Kurdan, bênavber li ber bi dehan rejîmên faşîst û dîktator li ber xwe da û hebûna xwe parast.
PKK’ê û gelê Kurd, piştî 28 serhildanan, serhildana herî mezin ava kir û îspat kir ku ew li hember înkar, îmha û zextan bi tu awayî têk naçin. Tevgera Azadiyê bi felsefeya hevçax a Rêbertirya ji gelên cîhanê re bû cihê hêviyê. Kurdan bi Şoreşa Rojava rizîna netewe-dewletê nîşanê temamê cîhanê da.
Bi sala 100’emîn a Peymana Lozanê, hêviya gelan Şoreşa Rojava jî di salvegera xwe ya 10’emîn pîrozbahiya xwe biserketinê dike. Şoreşa Rojava hêj jî rû bi rûyê gefa êrîşên dagirkeriyê ye. Li gel ku hemû parçeyên Kurdistanê hêj jî dagirkirî û mêtingeh in, êrîş li wan tên kirin, Şoreşa Rojava, gelê Kurd, Tevgera Azadiyê û Rêbertiya me li hember hemû paşverûtiya cîhanê bi awayekî bêhempa li ber xwe didin. Tevî nankoriya navneteweyî Kurd dev ji evîna xwe ya azadiyê bernadin û dîroka şoreşê ya cîhanê ji nû ve dinivîsin û Peymana Lozanê û hemû polîtîkayên mêtingerî û qirkirinê bê wate dikin.
LI 27 NAVENDAN ÇALAKIYÊN BERXWEDANÊ
Kurd 100 sal in mêtingerî û bêstatubûyînê qebûl nakin û wê nekin. Kurdên Azad ên Rêbertiyê ava kirine, di sala 100’emîn de, ji bo pûçkirina Lozanê û hemû gef û êrîşên dagirkeriyê wê 23’yê Tîrmehê ji Kanadayê ta bi Awistralyayê wê li 27 navendan li dijî mêtingeriyê çalakiyên berxwedanê bikin.
23’yê Tîrmehê saet di 14.30’î de, em li Qada Riponneyê bajarê Lozanê, Kurdistaniyên li Swîsreyê jî wê li qada berxwedanê, li dijî bêstatûbûyîn û êrîşên dagirkeriyê careke din dengê xwe bilind bikin. Ji wê boneyê, di serî de hemû Kurdistaniyên li Swîsreyê, em li hêviya hemû dostên xwe yên şoreşger û demokrat û kes û kûsên xwedî wijdan in ku di vê roja berxwedanê de tev bi me re bin.’’
Ji ber salvegera 99’emîna a Peymana Lozanê, di serî de Elmanya, Fransa, Îngilizistan û Swîsre, 23’yê Tîrmehê li hemû cîhanê meş û mîtîng tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de, 24’ê Tîrmehê bi tevlêbûyîna rêxistin û kesayetiyên Kurd, wê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê konferanseke Kurd li dar bikeve.”