ADGB’ê ji bo çalakiya li dijî dagirkeriyê ya di 23’ê Tîrmehê de bang kir
ADGB ji bo xwedîlêderketina şoreşa Rojava û li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk derkevin bangî çalakiyên di 23’ê Tîrmehê de kir.
ADGB ji bo xwedîlêderketina şoreşa Rojava û li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk derkevin bangî çalakiyên di 23’ê Tîrmehê de kir.
Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê ji bo çalakiya ku wê xwedî li şoreşa Rojava were derketin û dagirkeriya dewleta Tirk were şermezakirin, bang kir.
Di daxuyaniya ADGB’ê de ev tişt hate diyarkirin: “Dewleta Tirk a dagirker gefên xwe yên ji bo dagirkirina Rojava didomîne. Berê jî herêmên wekî Efrîn û Serêkaniyê dagir kiribû, çeteyên girêdayî xwe li van herêman bi cih kiribû, li ser sed hezaran Kurdan êşkence û zilm kiribû.
Gel û şoreşa Rojava wê li hemberî tu zext û zoriyan stûyê xwe xwar nekin û li hemberî êrîşên dagirker wê xweparastina xwe xurt bikin. Em ADGB têkoşîna Rojava wekî têkoşîna xwe dibînin.
Ji bo xwedîlêderketina rojava wê di 24’ê Tîrmehê de li gelek bajarên Ewropayê meş û mîtîng werin lidarxistin. Em bang li gelê xwe û hemû pêkhateyên xwe dikin ku tevlî van meş û mîtîngan bibin.”