Ûlaş Alankûş li Londonê hat bibîranîn
Gerîlayê MLKP û HBDH’ê Ûlaş Alankûş yê ku di 5’ê Tebaxê de li navçeya Bazîd a Agiriyê di şerê li dijî artêşa Tirk de şehîd bû, bi merasîmeke girseyî li Londonê hat bibîranîn.
Gerîlayê MLKP û HBDH’ê Ûlaş Alankûş yê ku di 5’ê Tebaxê de li navçeya Bazîd a Agiriyê di şerê li dijî artêşa Tirk de şehîd bû, bi merasîmeke girseyî li Londonê hat bibîranîn.
Gerîlayê MLKP û HBDH’ê Ûlaş Alankûş (Şafak Kizildere) yê 5’ê Tebaxê li navçeya Bazîd a Agiriyê di şerê li dijî artêşa Tirk de şehîd bû, bi merasîmeke girseyî li Londonê hat bibîranîn. Nûnerên rêxistinên girseyên demokratîk û gelek kes tev li merasîma bibîranîna gerîlayê Tevgera Şoreşa Yekbûyî (HBD) Ûlaş Alankûş ku li avahiya GÎK-DER’ê hat lidarxistin bûn.
Bibîranîn, bi rêzgirtina ji bo hemû şehîdên têkoşîna şoreş û sosyalîzmê dest pê kir. Piştî temaşe kirina li sînevîzyona li ser Alankûş, li ser navê Rêxistina Ciwanên Komunîst (KGO) axaftin hat kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hevrê Ûlaş bûye gerîlayekî nemir ji bo ciwanan û behsa têkoşîna wî li dijî faşîzmê hat kirin.
Piştî xwendina daxuyaniyê ku Komîteya Navendî ya MLKP’ê ji bo Ûlaş Alankûş xwend, li ser navê alîgirên MLKP’ê jî axavtineke kurt hat kirin.
Di axavtina li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê hat kirin de jî îşaret bi têkoşîna Alankûş hat kirin û hat bibîrxistin ku dewleta Tirk û hevkarên wê yên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dest bi êrîşan kirine, ketine ritamê.
Di axaftina li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Brîtanyayê hat kirin de jî wiha hat gotin: “Girtina agahiyek a her şehadetê dijwar e lê wê al û çeka şehîdan tu car nekeve erdê. Yên li dijî faşîzmê li ber xwe didin, wê bi ser bikevin lê wê emperyalîzm û faşîzm bi bin bikevin.“
Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.