Şoreşgerên Elman Joachim û Riemer li Hambûrgê hatin bîranîn

Ji bo şoreşgerên Elman Kevin Joachim (Dilsoz Bahar) û Jakob Riemer (Şiyar Gabar) ên di nava refên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de şehîd bûne, li Hambûrgê hatin bîranîn.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Jakop Riemer (Şiyar Gabar) ê ku di 9’ê Tîrmeha 2018’an de li Çarçela di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû û şervanê YPG’ê Kevin Joachim (Dilsoz Bahar) ê ku di 6’ê Tîrmeha 2015‘an de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bibû, bi merasimekê li Hambûrgê hatin bîranîn. Merasima bîranînê li Navenda Çandê ya Social Centro bi tev li bûna dayik û xwişka gerîlayê HPG’ê Jakob Riemer, gelek Kurdistanî û şeroşegerên Elman hate lidarxistin. Li eywana bîranînê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan hatin danîn.

Di bîranînê de ji bo giyanê tevahiya şehîdên şoreşê rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser jiyana herdu şoreşgeran axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan sînevziyon hate temaşekirin.

Di çarçoveya bîranînê de sirûda “Ciao Bella“ bi girseyî hate gotin.

Malbata gerîlayê HPG’ê Jakob Riemer, spasiya Kurdistaniyan kir ku ew di rojek wiha de tenê nehiştine.

Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.