Şoreşa Rojava li Qibrisê bi coş hat pîrozkirin

Li Qibrisê bi pêşengiya PYD û AKEL'ê 10'emîn salvegera Şoreşa Rojava bi çalakiyek li qada vekirî ku konser û şano hatin lidarxistin, hat pîrozkirin.

Di çarçoveya pîrozbahiyên 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava de, bi organîzasyona PYD û partiya mûxalefeta Qibrisê AKEL, li Lîmassolê hat pîrozkirin. Nûnerê PYD'ê Yasîn Terbûş, endamên Meclîsa Gel a Kurd, aktîvîstên AKEL'ê û gelek kes tevlî pîrozbahiya li Amfî Şanoyê bûn.

Li qadê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şoreşgerê Qibrisê Theofilos Georgiadis û pankartên PYD, YPG û YPJ'ê hatin daliqandin. Di çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir, Koroya Zarokan a Navenda Çanda Theofilos derket ser dikê. Piştre hunermendên girêdayî navenda çandê derketin ser dikê: Di çalakiya ku govend hatin gerandin de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî Gerîla" hatin berzkirin.

EM Ê ŞOREŞÊ MEZIN BIKIN

Di çalakiyê de Nûnerê PYD'ê Yasîn Terbûş axivî û diyar kir ku Şoreşa Rojava ne tenê ji gelê Kurd, ji hemû gelên Rojhilata Navîn re sîstemeke wekhev û azad pêşkêşî kir. Terguş bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Şoreşa Rojava û got, “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û faşîst ên li dijî  wekheviya gelê Rojava, hovîtiya wan îfade dike. Rejîma dewleta Tirk çawa ku bi dagirkirina Qibrisê mudaxeleya jiyana azad a gelan kir, îro jî vê li ser Rojava ferz dike. Lê belê em ê li hemberî van dagirkeran li ber xwe bidin û em ê şoreşê zindî û mezin bikin. Careke din şoreşa Rojava ya gelan pîroz be."

TILILÎ JI BO ŞOREŞA ROJAVA

Piştî axaftinan hunermenda şanoyê ya Qibrisê Myrsini şanoyeke yekkesî ya li ser şoreşa Rojava pêşkêş kir. Mîrsînî Şoreşa Rojava bi çavê şervaneke YPJ'ê nirxand û bal kişand ser hovîtiya DAIŞ'ê ya li hemberî jinan. Myrsînî ku di hin beşên şanoyê de stranên şoreşa Rojava gotin, baweriya jinên Kurd a ji şoreşê bi zimanekî balkêş pêşkêş kir. Di dawiya lîstikê de beşdarên çalakiyê li ser piyan çepikan ji bo Mrysini dan. Balkêş bû ku jinên Kurd bi deqeyan tilîlî kişandin.

Çalakî piştî govendê bi dawî bû.