Şoreşa Rojava li Londonê hate silavkirin
Ciwanên Kurd ên li Londonê dijîn salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin.
Ciwanên Kurd ên li Londonê dijîn salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin.
Li welatên Ewropayê 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava bi coşeke mezin tê pîrozkirin.
Tevegera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jinên Xwendekarên Kurdistan (JXK) û Aktivîstên London Kurdistan Solidarity ji bo bîranîna 8 şoreşger ên bi navê Hêlîn Qereçox, Soro Zinar, Canşêr Zagros, Berxwedan Givara, Givara Rojava, Kemal, Şoreş Amanos û Fîraz Dag ên li Îngilistanê tev li nava refên têkoşînê bûn û 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava li ser pira Westminsterê silav kirin. Ciwanan wêneyê şehîdan, alên PKK, YPG û YPJ’ê hildan.
Ciwanan li vir axaftin kirin û wiha gotin: “Şoreşa Rojava li ser bingehê îdolojiya Rêbertiyê bi konfederalîzma civakî ya azadîxwaz û ekolojîk ji bo gelên herêmê û hemû cîhanê bû hêvî. Em bang li hemû gelê Kurd û dostên wan dikin ku sibe (19.07.2022) di saet 18.00‘an de tev li çalakiya ku wê li Navenda Civaka Kurd a Londonê bên lidarxistin, bibin.“