Şervanê YPG’ê Iniz li Berlînê hate bibîranîn

Şervanê YPG’ê Bawer Iniz ê di 10’ê Tebaxê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bû, li Berlînê hate bibîranîn.

Şervanê YPG’ê Bawer Iniz ê di 10’ê Tebaxê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bû, bi pêşengiya Komîsyona Malbatên Şehîdan a Nav-Berlîn’ê hat bibîranîn. Di bîranînê de wêneyê Şehîd Bawer Iniz, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG û PYD'ê hatin daliqandin. Bîranînê bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Di bîranînê li ser navê PYD’a Berlînê Deham Îbrahîm axivî. Îbrahîm anî ziman ku tişta herî baş mirov ji bo şehîdan bike, şopandina rêya wan e û got: Em cardin soza çûyîna bi rêya wan ve didin. Her roj li Rojavayê Kurdistanê kes şehîd dibin. Di pêvajoyeke wiha ku agir bi Rojava Kurdistanê ketiye û her kes ketiye hewila xelaskirina xwe de, ev şehîdên ciwan ên qehreman, berê xwe dan agir û heta bi Şoreşa Rojava pêk bê, agir gur kirin.“

Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Huseyîn Guneş jî axivî û  behsa têkoşîna şehîd Bawer Iniz kir.

Piştî axaftinan li ser jiyana Şehîd Bawer Iniz sînevsiyon hate temaşekirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ bi dawî.