Şehîdên Cotmehê li Berlînê hatin bibîranîn

Li Berlîna paytexta Elmanyayê, di şexsê Nagîhan Akarsel de şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn.

Meclîsa Jinan a Dest-Dan a Berlînê, bi merasîmekê şehîdên Cotmehê bi bîr anîn. Bernameya bibîranînê li NHÛ Nachbarnschaftshaûs a Kreûzbergê ya Berlînê hat lidarxistin û ji bo bibîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Bibîranîn, bi semînera Rojnamevan-Nivîskar Meral Şîmşek dest pê kir û wêjekar Yildiz Çakar helbesta “Mona Reş” a ji bo şehîdan nivîsiye, xwend.

Piştre li ser navê Tevgera Jinên Kurd, daxuyaniyek hat dayîn û wiha hate gotin: “Di avakirina xeta azadiyê û mîsogerkirina azadiyê de, hevalên me berdêlên giran dane. Eger ku em bi serbestî nefes distînin, ev bi saya wan e. Divê em vê rastiyê ji bîr nekin û li gorî wê tevbigerin. Rêgeza me ya sereke, têkoşîna van hevrêyên me ye. Divê em li wê gorê têbikoşin.“

Piştî axaftinan li sînevîzyona ku ji bo bibîranîna Endama Akademiya Jineolojiyê û Rojnamevan Nagîhan Akarsel, Şehîd Bêrîtan, Sara û Rûken ku li Mêrsînê bûn Zîlan û gerîlayên ku di êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk de şehîd bûn hatibû amadekirin, hate temaşekirin.

Di bibîranînê de dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Bibîranîn, bi stranên jinên enternasyonalîst û kilamên dengbêjiyê, bi dawî bû.