Şehîd Seran Kurdistan û hevrêyên wê hatin bibîranîn

Şehîd Seran Kurdistan Xoser ya di sala 2017’an de şehîd bibû û 4 hevreyên wê li bajarê Bremen yê Elmanyayê hatin bibîranin.

Ji bo gerîlayên HPG’ê û YJA Starê Seran Kurdistan Xoser (Berfîn Bazencîr), Denîz Ronî (Sûnay Aydin), Battal Menal (Sezaî Altekîn), Andok Fedakar (Latîf Kaymak) û Harûn Kiçî (Zuheyr Ûca) li bajarê Bremen ê Elmanyayê merasîma bîranînê hat lidarxistin. 

Hevserokê KCDK-E‘yê Yuksel Koç, xwişka M. Hayrî Durmuş, Ayten Durmuş, bira û apê şehîd Seran Kurdistan Xoser û gelek Kurdistanî tev li merasîma bîranînê bûn.  Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser jiyana şehîd Seran Kurdistan Xoser axaftin hatin kirin. Mele Eşref di sersaxiyê de axivî û bal kişand ser gotinên di Qûranê de cih digrin û got: "Yên ku di rêya Xwedê de tên kuştin, nabêjin mirine. Na, ew sax in, lê hûn nizanin.‘ Ev gel ji bo mafên xwe yên mirovî yên ku hatine desteserkirin têdikoşin. Ji bo vê jî hemû mal û milkên xwe, canê xwe jî feda dikin, bêyî ku li hember tiştekî hêvî bikin. Ji ber vê yekê kesên ku dibêjin baweriya me bi Îslamê heye bila xwedî li vê têkoşînê derkevin. Ev jî erkek olî ye."

Kesên ku beşdarî sersaxiyê bûn ji malbatê re sersaxî xwestin.