Şehîd Rêzan Amed li Berlînê hat bibîranîn

Rêzan Amed meha Gulanê şehîd bû, li Berlînê hat bibîranîn. Bavê Rêzan Amed Mela Abdullah Tarhan got: ‘’Min Şehîd Rêzan di vê rêyê de dabe jî, ez xwe mîna ku bi ser ketibim nabînim. Ez xwe hêj jî ji gelê xwe, Kurd û Kurdistanê re deyndar dibînim.’’

Rêzan Amed (Umît Tarhan) ê di êrîşa artêşa Tirk a dagirker a bi ser Herêmen Parastinê yên Medyayê de li herêma Gareyê di meha Gulanê de şehîd bû, li Berlîna paytexta Elmanyayê bi bernameyekê hat bibîranîn.

Di bernameya bibîranînê ya bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir de, bavê Rêzan Amed, Mela Abdullah û birayê wî Haşîm Tarhan, li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Nav-Berlîn’ê Dayika Goze, hevalê wî Çekdar Botan û li ser navê TJK-E’yê Medya Botan, li ser têkoşîna azadiyê, sedema tevlêbûnê, wateya têkoşînê û divê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker helwestek a çawa bê nîşandan axavtin kirin.

Mela Abdullah ê bavê Rêzan Amed, di axavtina xwe de wiha got: ‘’Şehîd Rêzan, şehîdê me tevan e. Cegerxwîn dibêje ku, berdêlê ji bo Kurd û Kurdistanê xwîn e. Xwîna wî çiqas jî hêja be ne bes e ji bo Kurdistanê. Min, Şehîd Rêzan di vê rêyê de dabe jî ez xwe serfiraz nabînim. Ez, hêj jî xwe ji gelê xwe, Kurd û Kurdistanê re deyndar dibînim. Ez dixwazim ku xizmeta Kurdistanê bikim. Bila serê Kurd û Kurdistanê sax be, welêt sax be, gerîla sax bin. Serok Apo sax be!’’

Dayika Goze ya li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Nav-Berlîn’ê axivî, ev tişt anîn ziman: ‘’Hûn jî dizanin ku ev qetilama li Kurdan hat kirin ne bi tenê di vê sedsalê de hat kirin. Îro jî keç û xortên me, ji bo azadiya gel û welatê xwe diçin canê xwe didin. Divê em li keda wan bibin xwedî.’’

Aktîvîsta TJK-E’yê Medya Botan jî behsa êrîşên dewleta Tirk kir û got ku derketina xwedî li têkoşîna Rêzan Amed, bi gur û geşkirina têkoşînê ye.

Çekdar Botan ê hevalek ji hevalên Rêzan Amed ev gotin kirin: ‘’Herî dawî Rêber Apo em hemû hişyar kirin. Got, eger hûn li têkoşîn û doz û axa xwe nebin xwedî, dibe ku rojên gelek biêş bên jiyîn. ji ber ku ev dijmin ne dijminek ê jirêzê ye. Ev dijmin, hebûna xwe li ser nebûna Kurdan ava kiriye.’’