Şehîd li Wûppertalê hatin bibîranîn

Gerîlayên di êrîşên kîmyewî de şehîd bûn, Nagihan Akarsel û Şehîdên Meha Cotmehê li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê hatin bibîranîn.

17 gerîlayên di êrîşên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn, rojnamevan-akademîsyen Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin û Şehîdên Meha Cotmehê, li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê hatin bibîranîn.

Merasîm, li Navenda Civaka Kurd a Wûppertalê hat lidarxistin. Ferhad Dêrik, xizmê Nagihan Akarsel û hevrêyê wê Ronî Eylem di merasîmê de axivîn. Li ser navê Platforma Kurdên Anatoliyaya Navîn (PKAN) jî axiftin hatin kirin.

Merasîm, bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.