Şehîd Şevger li Parîsê hat bibîranîn
Şevger Ararat û 4 hevrêyên xwe yên 2 sal berê li Cîloyê şehîd bûn, li Vîllîers le Bel a li perê bajar ê Parîsê hatin bibîranîn.
Şevger Ararat û 4 hevrêyên xwe yên 2 sal berê li Cîloyê şehîd bûn, li Vîllîers le Bel a li perê bajar ê Parîsê hatin bibîranîn.
Şevger Ararat (Mahsûm Guneş) û 4 hevrêyên xwe yên ku sala 2020’î li Cîloyê Şehîd bûn, li Vîllîers le Bel a li perê bajar ê Parîs a paytexta Fransayê hatin bibîranîn.
Merasîma bîranînê ya ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîllîers le Belê hat lidarxistin, di şexsê şehîd Şevger Ararat de ji bo bîranîna hemû şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de qûncika bîranînê hate çêkirin.
Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Welat Demîr axaftinek kir û wiha got: “Ev hevrêyên me yên ku navê xwe li dîrokê nivîsîn, cardin mafdariya têkoşîna me nîşanê me dan. Em têkoşîna gerîlayên xwe yên egîd ku li dijî polîtîkayên îmha û înkarê yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Kurdistanê berxwedanek berxwedaneke bi îradî nîşan didin, silav dikin. Em soza xwe dubare dikin, heta ku ev berxwedan bi serkeftinê tacîdar bibe, em ê têkoşînê geş bikin.”
Apê şehîd Şevger Yuksel Guneş jî hestên xwe bi Kurdistaniyên ku tev li meresimê bûn re, parve kirin. Guneş, sersaxî ji hemû gelê Kurdistanê re xwest û got: “Şehîd Şevger ne tenê şehîdê malbata min e. Şehîdê hemû Kurdistanê ye. Êşa me jî wekî têkoşîna me mezin e. Em ê bibin şopdarê têkoşîna wan.”
Di meresimê de gel, ji bo merasîma bîranînê ya ku sibehê wê ji bo Şehîd Bager Erdal li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya bê lidarxistin, hat vexwendin.
Merasîma bibîranînê, bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” dewam kir û bi temaşekirina sînevîzyona têkildarê jiyana Şehîd Şevger Ararat, bi dawî bû.