Şaredariya Soderhamn ‘qeyûm’ şermezar kir
Şaredariya Soderhamn desteserkirina şaredariyên Kurdan a ji aliyê AKP’ê ve şermezar kir. Endama Meclîsa Şardariya Demokrat a Xiristiyan Marîa Hansson ji bo Erdogan got: “Terorîstê herî xirab ê cîhanê” ye.
Şaredariya Soderhamn desteserkirina şaredariyên Kurdan a ji aliyê AKP’ê ve şermezar kir. Endama Meclîsa Şardariya Demokrat a Xiristiyan Marîa Hansson ji bo Erdogan got: “Terorîstê herî xirab ê cîhanê” ye.
Şaredariya Soderhamn ê dikeve beşê bakurê Swêdê bi piraniya dengan desteserkirina şaredariyên HDP’ê ya ji aliyê desthilata faşîst a AKP/MHP’ê ve şermezar kir. Şaredariyê diyar kir ku divê hikûmet rêz ji vîna gel re bigre, daxwaza berdana hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyan kirin.
Biryara ku bi piraniya dengan a pariyê ya siyasî, bal kişand ser rêjeya zêde ya dengên HDP’ê.
Di biryara ji bo Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû şandine ev hate gotin: “Tirkiye bi girtina bi sedana siyasetmedar, rojnamevan, parêzer, parêzvanên mafê mirovan û jinan, veguheriye dîktatorekê. Erdogan piştî ku di hilbijartina Stenbolê de winda kir û şûnde zextên li Kurdan zêdetir bûye.
Endama Meclîsa Şaredariya Demokrat Xiristiyan Marîa Hansson a ji ANF’ê re axivî got: “Di serî de Tirkiye û welatên herêmê zextê li Kurdan dike, Tirkiye dest daniye ser vîna gelê Kurd.”
Hannson nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirker ên Tirk a li ser Rojava da û got: “Ti karê Tirkiye li wir tine. Tirkiye peyman û hiqûqî ya navneteweyî binpê dike. Zarok û sivîl tên qetilkirin. Erdogan terorîstê herî xirab ê dinyayê ye, ji Hîtler xirabtire.”