Înisiyatîfa Kurdistanê Biparêze çalakiyeke bêîtaetiya sivîl kir

Înisiyatîfa Kurdistanê Biparêze çû navenda Partiya Keskan û êrîşên li ser Rojava protesto kir.

Endamên Înisiyatîfa Kurdistanê Biparêze di 20’ê Tîrmehê de çûn navenda Partiya Keskan a li bajarê Munihê û çalakiyeke bêîtaetiya sivîl kirin.

Çalakvanan ji hevkarê desthilatdariyê Partiya Keskan xwestin ku bila derbarê êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê û Rojava dike, daxuyaniyekê bide.

Çalakvanan diyar kirin heta ku daxwazên wan pêk were wê çalakiyê bidomînin.

Bi parlementera Partiya Keskan Gulseren Demîrel çend saetan muzakere hate kirin û belavoka ku tê de daxwazên çalakvanan hebû hate îmzekirin.