Êrîşên li ser Rojava li Stockholmê hate şermezarkirin
Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Amara Kurdistaniyên li Stockholmê hatin ba hev û ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a qirker ên li ser Rojava meşek lidar xistin.
Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Amara Kurdistaniyên li Stockholmê hatin ba hev û ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a qirker ên li ser Rojava meşek lidar xistin.
Li bajarê Stockholm ê Swêdê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Amara meşek hat lidarxistin. Kurdistaniyên li qada Norra Bantorget di saet 15:00’an de hatin ba hev û heta Sergelsê meşiyan.
Di meşê de pankartên “Bila qada hewayî ya Rojava ji firîna balafiran re bê qedexekirin (no flyzone for Rojava)” û “Ji qirkirin û hovîtiya dewleta Tirk re êdî bese” hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmeyên “Kujer Erdogan” hatin berzkirin.
Di axaftinên di meşê de hatin kirin de, qala hovîtiyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava hate kirin.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û çalakvanan bang li rayedarên Swêdê kirin ku bi tu awayî neyên lîstokên dewleta Tirk û Kurdan nekin qurbanên daxwazên Erdogan ê kujer.