Êrişên dewleta Tirk li Viyanayê hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li paytexta Awûstûrya Viyanayê dijîn bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser Mexmûr, Şengal û Rojava li ber Parlamentoya Ewropayê çalakiya rûniştinê lidar xisitin.
Kurdistaniyên li paytexta Awûstûrya Viyanayê dijîn bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser Mexmûr, Şengal û Rojava li ber Parlamentoya Ewropayê çalakiya rûniştinê lidar xisitin.
Îro êvarê saet 18:00’an bi dehan kes çalakiya rûniştinê li dar xistin û pankart û alên PKK, KCK, TJK-E, YPG û YPJ hildan.
Civaka Kurd û dostên wan ên li paytexta Awûstûrya Viyanayê li dijî pêkanînên dewleta Tirk û bombebarana berfirehya bi balafirên şer ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê ya ku di encamê de bi dehan welatiyên sivîl li wargeha Mexmûrê, Dêrik û herêmên Şehbayê şehîd û birîndar bûn, çalakiya rûniştinê ya girseyî lidar xistin.
Çalakî bi banga ‘Werin em soza xwe ya ji bo şehîdên xwe yên ji bo jiyaneke bi rûmet canê xwe feda kirine, nû bikin’ û berzkirina dirûşmeyan bidawî bû.