Êrişên dewleta Tirk li Helsînkiyê hat şermezarkirin

Kurdistaniyên li paytexta Fenland Helsînkî dijîn ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava çalakiyek lidar xistin.

Duh bi şev dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hemwext êrişên hewayî li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Şengal û Dêrik a Rojavayê Kurdistanê pêk anî. Kurdistaniyên li welat û ji derveyî welat li her derê daketin qadan û êrişên hovane yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Di vê çarçoveyê de Kurdistaniyên li Helsînkî dijîn li qadan bûn.

Kurd û dostên wan îro li navenda Helsînkî civiyan û daxûyanî dan. Di çalakiyê de daxuyanî li se bûyerên qewimî bi zimanê Îngilîzî, Kurdî û Fînî hatin dayîn, her wiha çalakvanan nerazîbûn û hêrsa xwe ya li dijî êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker û faşîst yên li ser wargeha Mexmûrê, Şengal û Dêrikê nîşan dan.

Piştî daxuyaniyê çalakvanan bê navber dirûşmeyên dijî dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk berzkirin.