Êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê li Marsîlyayê hatin şermezarkirin

Bi çalakiyek a li bajarê Marsîlya yê Fransayê hat lidarxistin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê hat şermezarkirin.

Di çalakiya di saet 17:00’an de li qada Canabîerê dest pê kir de, heta qada Vieux Portê meş hat lidarxistin.

Di çalakiyê de, alên YPG û YPJ’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên li ser daxwaza girtina qada hewayî ya Rojava û bal kişandina bi ser xiyaneta PDK’ê de hatin hildan.

Li mîtinga bi hezaran kes tevlê bûn, axaftin hatin kirin.

Li qada mîtîngê, di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘’rêxistinên terorê’’ de standek jî hat danîn.