Êrîşên dagirkeriyê li Marsîlyayê bi meşekê hatin şermezarkirin
Kurdên li Marsîlyayê tevî dostên xwe daketin qadan û bi meşekê li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabûn.
Kurdên li Marsîlyayê tevî dostên xwe daketin qadan û bi meşekê li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabûn.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û TEV-ÇAND'ê hatin şermezarkirin.
Kurdistanî li gel dostên xwe doh danê êvarê saet di 18:00 de li hev civiyan û ber bi qada Vîeûx Port ve meşiyan.
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG û YPJ'ê û pankarta bi nivîsa "Rojava biparêze, rê nede dagirkeriyê" hatin hildan.
Her wiha belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin û dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Kujer Erdogan" û "Rojava biparêze, xwedî lê derkeve, rê nede dagirkeriyê" hatin qîrîn.
Di çalakiyê de ku li qada Vîeûx Portê bi mîtîngê dewam kir, Hevserokê NCDK'ê axivî.
Piştî çalakiyê ji bo navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin standa îmzeyan hate danîn. Heta êvarê bi vê armancê îmze hatin komkirin. Endamên TEV-ÇAND'ê jî hunera xwe pêşkêş kirin.