Êrîşên dagirkeriyê li Londonê hatin şermezarkirin
Kurdên li Londonê tevî dostên xwe daketin qadan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Kurdên li Londonê tevî dostên xwe daketin qadan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Li paytexta Îngilistan Londonê, bi banga Meclîsa Gelê Kurd komeke girseyî li pêşiya Pirtûkxaneya Wood Greenê li hev civiyan. Girseya gel alên YPG û YPJ'ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hêrsa xwe li dijî dewleta Tirk nîşan da.
Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Terorîst Tirkiye, terorîst Erdogan", "Bes e ji dagirkeriya li ser Kurdistanê re", "Bijî berxwedana Rojava" hatin qîrîn.
Di çalakiyê de ku Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber (GÎK-DER) jî piştî da, belavokên li ser sûcên şer ên dewleta Tirk hatin belavkirin. Bi navê GÎK-DER'ê Îbrahîm Avcîl axivî, nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da û got, "Dewleta Tirk êrîşên dagirkeriyê dibe ser Rojava ku çeteyên DAÎŞ'ê yên barbar nekarî têk bibe. Gelan bi hezaran şehîd dan û sîstema herî azad û demokratîk a Rojhilata Navîn ava kirin. Lewma ev êrîşên li ser vê sîstemê nayên qebûlkirin. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û rejîma Erdogan ên li ser gelê Kurd em ê bi bin yekwicûd û rê nedin faşîzmê."
Piştre jî bi navê Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal axivî û destnîşan kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tİrk dema parastina Kurdistanê ye, ku ev yek jî tê wateya parastina azadî, demokrasî û wekheviyê.
Çalakî piştî axaftinan bi çepik û dirûşman bi dawî bû.