Êrîşên dagirkeriyê li Bremenê hatin şermezarkirin
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, Kurdan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, Kurdan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Bremenê yê Elmanyayê hatin şermezarkirin.
Çalakî ji aliyê Meclîsa Bremenê ya PYD'ê ve hate lidarxistin û hate destnîşankirin ku li dijî komkujiyên dewleta Tirk ew ê dengê xwe bilind bikin.
Evdilkerîm Elma li çalakiyê axivî û got, "Dewleta Tirk her roj êrîşî xaka me dike. Rojek nîne ku êrîş nayê kirin. Ev êrîş jî li pêşiya çavên dewlet û 'parêzvanên mafên' mirovan têne kirin. Zarok têne kuştin, lê tiştekî nakin. Di şexsê Rojava de êrîşên ku têne kirin rûyê rast ê cîhanê nîşanî me dide."
Di çalakiyê de alên YPG û YPJ'ê hatin hildan.