Êrîşên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk ên li hemberî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi çalakiyekî hat protestokirin.
Çalakî li ber Köln Deutz Hauptbanhofê hat lidarxistin. Rêxistina Ciwanên Sosyalîst Strûggle, Federasyona Karkerên Koçber ên Elmanya (AGİF) a girêdayî AVEG-KON’ê beşdarî çalakiyê bûn.
Di axaftina hat kirin de hat diyarkirin ku bi nêzikî hilbijartinên 14’ê Gulanê terora dewletê bi destgîrkirin, qedexeyên derveyî welat û îfadeyên şahîdên nepen yên derew, Kurd û sosyalîstan dike hedef.
Di axaftinê de hat gotin ku ew ji roja Sêşemê ve pêleke nû ya girtinan re rû bi rû mane û hat diyarkirin ku herî kêm 144 kes hatine destgîrkirin û tenê li Amedê 50 kes hatine girtin.
Di dawiya axaftinê de wiha hate gotin: “Em hêzên ku piştgirê Partiya Çepên Kesk in û li Ewropayê xebatên hilbijartinê didomînin, li hemberî her curê bêhiqûqî û bêedaletiya dewletê yên di vê pêvajoyê de derkevin. Faşîzmê li her qadê teşhîr bikin û rûyê wê yê rast nîşanî raya giştî ya Ewropayê bidin. Em weke kedkar û karkerên Ewropayê li hemberî faşîzmê xwedî helwest bin.”