Çiyako: Em ê têkoşîna Şehîd Rêzan bi ser bixînin

Ehwen Çiyako hevrêyê xwe endamê Konseya Rêveber a KODAR'ê Rêzan Cavîd bi bîr anî û got, "Hevalê Rêzan bi rastî jî nimûne bû, dilnizm bû, gelekî dihate hezkirin. Dixwest tecrûbeya Şoreşa Rojava bigihîne Rojhilat."

Ji pêşengên şoreşa Rojhilatê Kurdistanê Rêzan Cavîd (Yûsif Rebanî) 6'ê Tebaxa 2022'an di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li Qamişloyê şehîd bûbû. Rêzan Cavîd ku ji bo azadiya gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê têdikoşiya, endamê Konseya Rêveber a Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bû.

Hevrêyê Rêzan Cavîd endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Ehwen Çiyako ji ANF'ê re axivî.

Çiyako anî ziman ku Rêzan Cavîd ne tenê ji bo Kurdistanê di heman demê de ji bo tevahiya Rojhilata Navîn şoreşgerekî mezin bû û got, "Şoreşgerekî welê bû ku dilê wî ji bo çar parçeyên Kurdistanê lê dida û di pratîkê de jî li çar parçeyên Kurdistanê kar kir."

'PÊNGAVA WÎ YA JI MAHABADÊ GELEKÎ BI WATE BÛ'

Çiyako bi bîr xist ku Rêzan Cavîd dixwest fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li nava gelên Îranê û herêmê belav bibe, ji bo vê kar dikir û bi bîr xist ku sala 1981'ê li bajarê Mahabadê ji dayik bû û got, "Dijmin êrîşî Komara Kurdistanê kir ku li Mahabadê ava bû û ew hilweşand. Pêşengên komarê jî bi dar ve kir. Lewma texmîn nedikir ku gelê Kurd careke din li Mahabadê serî hilde û li ber rabe. Rabûna mirovên weke hevalê Rêzan ji nava vî bajarî û tevlîbûna li nava şoreşê nîşaneya herî berçav bû ku dijmin wê negihêje armanca xwe. Lewma pêngava wî gelekî bi wate bû."

'LÊGERÎNA LI ROJHILAT EW GIHAND TEVGERA APOYÎ'

Ehwen Çiyako diyar kir ku ji ber siyaseta înkar û tunekirinê ya rejîma Hûmeynî, li Rojhilatê Kurdistanê karên rêxistinên Kurdan hatin rawestandin, lê tevî vê yekê jî di nava ciwanên Kurd de lêgerîneke li dijî rejîmê destpê kir û got, ji ber vê yekê fikir û felsefeya rêxistinî ya tevgera bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û lêgerîna li Rojhilatê Kurdistanê gihîştin hev. Çiyako bal kişand ser dema jidayikbûna Rêzan Cavîd û wiha dewam kir:

"Hingî li Rojhilatê Kurdistanê êrîşeke gelekî giran li ser gelê Kurd hebû. Piştî Şoreşa Îslamê rejîma Hûmeynî hatibû ser desthilatdariyê û êrîşên xwe yên destpêkê jî li ser Kurdistanê bû. Bêguman ji bo hevalên wê demê ji dayik bûn salên gelekî zehmet bûn. Di nava şer de mezin bûn, ji ber vê yekê bi hêrsa li dijî dagirkeriyê mezin bû. Hevalê Rêzan jî mîna hevalên din heta bigihêje temenê biryardara tevlîbûna li şoreşê, li Rojhilatê Kurdistanê bêdengî hebû. Ji ber ku li Rojhilatê Kurdistanê rêxistinên bi erka pêşengiyê radibûn, sekinî bûn û valahî hebû.

Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê di nava lêgerîna li rêbazeke nû de bûn. Li aliyê din Rêber Apo û tevgera me jî dixwest li her devera Kurd lê ne têbikoşe. Mirov dikare bibêje ku lêgerîna li nava ciwanên li Rojhilatê Kurdistanê û stratejiya berfireh a tevgear Apoyî di salên 1990'î de dest dan heval. Hevalê Rêzan jî bi vê lêgerînê, di salên 1998-1999'an de dema Komploya Navneteweyî hate kirin, yek ji wan ciwanên Rojhilatî bû ku tevgera Apoyî nas kir. Yanî hevalê Rêzan di demeke taybet de Tevger Azadiyê nas kir. Demeke welê bû ku dijmin ji her alî ve hewl dida me bêhêvî bike.

'HEM GERÎLA BÛ HEM JÎ DÎPLOMAT BÛ'

Çiyako bi bîr xist ku Rêzan Cavîd destpêkê tevlî karên rêxistinî yên li Rojhilatê Kurdistanê bû, piştre sala 2003'an beşdarî nava refên Tevgera Azadiyê bû, cihê xwe di nava karên damezrandina PJAK'ê de girt û got, "Hevalê Rêzan bi rastî jî nimûne bû, kesekî dilnizm bû, ji ber ku dixwest agahiyê parve bike gelekî dihate hezkirin. Hevalekî kelecanî û dilznim bû. Ji aliyê îdeolojîk ve her tim xwe bi pêş ve dibir û ev yek li derdora xwe belav dikir. Hem dixist pratîkê hem jî bi hevalên xwe re parve dikir."

Endamê Meclîsa Giştî ya PJAK'ê Çiyako anî ziman ku Rêzan Cavîd dema pêwîstî pê hebû dibû, gerîla, dema pêwîst dikir dibû dîplomatek û li her qadê ji bo yekîtiya neteweyî dixebitî, lewma bû hedefa dijmin û got, "Sala 2013'an dema ku li Hewlêrê karên ji bo yekîtiya neteweyî hatin meşandin, hevalê Rêzan weke nûnerê Rojhilatê Kurdistanê beşdarî wê civînê bû. Li wê derê jî bi roleke girîng rabû. Piştre bû yek ji wan hevalan ku pêşengî ji damezrandina KODAR'ê re kir. Ji xwe ji bo Hevserokatiya KODAR'ê hate hilbijartin. Dema ku Hevserokê KODAR'ê bû di gelek karî de me encamên girîng bi dest xistin."

'BI HEVKARIYA ÎRAN Û TIRK HATE QETILKIRIN'

Çiyako destnîşan kir ku Rêzan Cavîd dixwest tecrûbeya Şoreşa Rojava bi Rojhilat re bike yek û got, "Yek ji wan hevalan bû ku hewl dida şoreşa Rojavayê Kurdistanê fêhm bike û bigihîne Rojhilatê Kurdistanê. Hem ji bo piştgiriyê bide Şoreşa Rojava hem jî ji bo birêxistinkirina şoreşa Rojhilatê Kurdistanê dixebitî."

Endamê Meclîsa Giştî ya PJAK'ê Ehwen Çiyako têkildarî şehadeta Rêzan Cavîd agahiyên balkêş da. Çiyako bi bîr xist ku dewletên Tirk û Îranê di dijminatiya Kurdan de hevkariyê dikin û got, "Rast e, hevalê Rêzan ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, lê belê em zanin ku dewletên Tirk û Îranê di gelek mijaran de alîkariya hev dikin, karekî ku yek nake, yê din dike. Berê jî êrîşên bi vî rengî li Qendîl bûn. Gelek caran dewleta Îranê ji ber ku balafirên xwe nekarî li ser PJAK'ê bifirîne, îstîxbarata xwe xiste nava tevgerê, agahî da û artêşa Tirk jî êrîş kir. Dewleta Îranê rol û bandora Rêzan Cavîd a li ser Rojhilatê Kurdistanê dît. Hevalê Rêzan derbasî Rojava bû û xwest Şoreşa Rojava baştir nas bike, tecrûbeya Rojavayê Kurdistanê derbasî Rojhilat bike. Vê yekê Îranê tirsand. Yekî bi vî rengî ji aliyê rejîma Tehranê ve nikare bê qebûlkirin. Ji xwe Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî ragihand ku êrîşeke ji aliyê herdu dewletan ve hatiye kirin. Ew jî dewletên Îranê û Tirk bûn."

'EM Ê XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA WÎ DERKEVIN'

Çiyako diyar kir ku ew bi biryar in têkoşîna Rêzan Cavîd xurt bikin û got, "Em ê rêya wî dewam bikin û armancên wî bigihînin azadiyê. Hem li Rojhilatê Kurdistanê hem jî li Îranê, zehmetî çi dibe bila bibe, dijminê me çiqasî hov jî be em ê xeta Rêber Apo, felsefeya wî, xeta neteweyî, xeta konfederalîzma demokratîk û xeta wî ya demokrasiyê li Rojhilatê Kurdistanê, li Îranê pêk bînin. Di vê mijarê de em berê jî bi biryar bûn, lê bi şehadetan re em hîn bêhtir bi biryar bûn. Em ê nehêlin ku têkoşîna hevalê Rêzan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bêbandor bimîne."