Çalakvanan nehiştin li KMW-Rheînmetallê vardiya were guhertin

Dijberên şer roja Înê pêşiya fabrîkeyên Kraûss-Maffeî Wegmann û Rhetînmetalla ên li bajarê Kasselê ya Elmanyayê girtin û nehiştin li fabrîkeyê vardiya were guhertin.

Fabrîkeyên Elmanyayê yên çekan  ji bo gelek rejîmên zordest çekan hildiberîne û van çekan dişîne ji desthilatdarên rejîmên li ser Kurdistan, Yemen, Meksîka, Yemen û welatên Efrîkayê. Li bajarê Kasselê pêşiya van fabrîkeyên çekan çalakî hatin girtin.

Çalakvanan di destê sibehê de rêya diçe van her du fabrîkeyên Kraûss-Maffeî Wegmann û Rhetînmetallê girtin û nehiştin karkerên van fabrîkeyan biçin ser karê xwe. Karkeran ji ber barîkata çalakvana nekarîn biçin ser karê xwe û polîsan karker şandin malên wan. Li her du fabrîkeyan rojekê hilberîn sekinî.

Dema ku çalakvanan ji bo girtina rêyên fabrîkeyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin polîsan êrîşî çalakvanan kirin û çalakvanek destgîr kirin. Çalakvanan ber bi nîvro li Industriepark Mittelfeldê ya ku navenda hilberîna Rheînmetallê û îdareya wê ye, çalakiyeke din kirin.

Lîsa Schûlze li ser navê Înisiyatîfa Bêçekkirina Rheînmetallê diyar kir Rheînmetall li Elmanyayê hilberînerê herî mezin ê çekan e û şerê li dinyayê gur dike û got “Rheînmetall li derveyî welat bi navên din çekan dişîne ji herêmên şer.”

KMW a ku li Elmanyayê fabrîkeyeke mezin a çekan e, di dema Şerê Cîhanê yê 2’emîn de ji bo artêşa Naziyan gelek alav hilberand. KMW tevî Rheînmetallê tankên Leopard-II hilberand û di navbera salên 2006 û 2009’an de ev tank firotin dewleta Tirk. Dewleta Tirk li gorî peymanên firotinê tevnegeriya û di dagirkeriya li ser Rojava de ev tank bi kar anî.

KMW salane cîroya wê milyarek eûro ye û li fabrîkeya wê ya li Kasselê 1400 kes dixebitin.